Ji bo îşkenceya hat kirin OHD'ê gilî kir

  • 11:35 19 Kanûn 2019
  • Rojane
AMED - Li Amedê polîsan ji bo du birayan avêtibû ser malekê û di avêtina ser malê de ferdên malbatê hemû hatibûn îşkencekirin. OHD'ê ji bo îşkence û muameleya xirab giliyê polîsan kir. 
 
Li Amedê di 2'yê Kanûnê de bi hinceta derbarê du birayan, M.Ç. û M.Ç., de biryara binçavkirinê heye, polîsan avêtibû ser malekê. Di avêtina ser malê de ferdên malbatê hemû hatibûn îşkencekirin û bi muameleyeke xiran re rû bi re mabûn. Birayê mezin M.Ç. li mala xaltîka xwe hatibû binçavkirin û birayê wî M.Ç., diya wî N.Ç., xwişkên wî R.Ç., D.Ç., R.Ç. jî hatibûn îşkencekirin û bi muameleyek xirab re rû bi rû mabûn. Birayê Mezin M.Ç. piştî 4 rojên di bin çavan de b îdiaya "endamtiya rêxistinê" û "sûcê li ser navê rêxistinê" hat girtin û birayê wî M.Ç. jî hat berdan. 
 
Malbatê di 12'ê Kanûnê de serî li Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) da. OHD'ê jî ji ber îşkence û muameleya xirab giliyê polîsan kir. 
 
Hevseroka Şaxa OHD'ê ya Amedê Halîse Dakali, anî ziman ku li Tirkiyeyê herî zêde îşkence û muameleyên xirab li Amedê pêk tên. 
 
Halîse, bi bîr xist malbata ku li Sûrê bi îşkence û maumeleyek xirab re rû bi rû maye di 12'ê Kanûnê de serî li OHD'ê dane û got: "Polîs çawa ketine malê dest bi îşkence û muameleyeke xirab kirine û ev pêkanînan heta lêgerîn bi dawî bûye dewam kiriye. Di dema lêgerînê de bi pehînan li ferdên malbatê xistine, li serşoyê ew dirêj kirine, çêrên pîs ji wan re gotine û heqaret li wan kirine û nirxên wan î dînê kêm xistine. Dayik, nexweş bûye, nxweşîna şekir pê re heye, nehiştine dermanên xwe jî wergire û ji ber vê rewşa wê xirabtir bûye". 
 
Halîse, destnîşan kir ku di dema binçavkirinê de M.Ç. xistine odeyekê derî kilît kirine û îşkence lê kirine û got: "Wî dixin odeyekê. Dest û piyên wî kelmeçe dikin. ceryanê didin canê wî. Gava her du birayan dibin TEM'ê raporekê ji wan re hazir dikin ûd ibêjin tu derb li canê wan tuneye. Lê belê peywirdarên TEM'ê qebûl nakin. Li ser vê her du birayan dîsa dibin nexweşaneyê û vê carê rapora derbkirinê didin wan. Ev rapor di dosyeya dosgeriyê de hene". 
 
Halîse, anî ziman ku ji ber îşkence û muameleya xirab giliyê polîsan kirine û rapora ku amade kirine ji Wezareta Dadê, Komîsyona Mafên Mirovan a Meclîsê û ji saziyên din re şandine û ew ê vê pêvajoyê bişopînin.