Dîdara li ser qirkirina nijadî û guhertina demografîk bi dawî bû

  • 09:14 19 Kanûn 2019
  • Rojane
QAMIŞLO - Dîdara li ser qirkirina nîjadî û guhertina demografîk a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li bajarokê Rimêlanê hatibû lidarxistin bi dawî bû.
 
Navenda Rojava ya Lêkolînên Stratejîk (NRLS) dîdarek li ser qirkirina nijadî û guhertina demografîk a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li navenda çand û hunera Aram Tîgran a bajarokê Rimêlanê yê girêdayî Kantona Qamişloyê li dar xist. Dîdare bi maseya sêyem bi dawî bû. 
 
Piştî maseya duyam a ku li ser mijara pênasekirin û nirxandina binpêkirinên ku di çarçoveya bûyerên qirkirina nijadî û guhertinê demografîk, her wiha diyarkirina made û bendên ku di hevpeymana navneteweyî de hat guftogokirin. Maseya sêyem û ya dawî ji aliyê Endama Desteya Rêveber a Yekîtiya Mamosteyên Dêrikê Sîham Dawûd, Parêzer û Endama Encumana Dada Civakî ya herêma Cizîrê Aynûr Zêd, Hevserokê herêma Firatê Enwer Muslim û Hesen Mûstefa ve hat birêvebirin. Di nava semînerê de çareseriya diyarkirina mekanîzma û rêbazên ku piştgiriya xebata ji bo berxwedana li hember qirkirina nijadî û guhertina demografîk û rawestandina wê, her wiha piştgiriyê dide bi girêdana bi xakê hate guftogohkirin.
 
Nîqaş wiha bû: "Xebata ku pêwîst e werin kirin, di çarçoveya girêdana bi xakê re, bandora armancên binpêkirin, koçberkirin, penaberî, li kêleka wê jî diyarkirina girîngiya yekrêziya kurdan e. Her wiha girîngiya vegera koçberan û penaberan li herêmên xwe û teqezkirina ku Rêveberiya Xweser li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nûnera rewa ya niştecihên herêmê ye û pirojeya wê ya siyasî mîna çareseriya ji hemû pirsgirêkên herêmê re were destgirtin. Ronîkirina li ser armancên van êrîşan û girîngiya berdewamkirina yekîtî û jiyana hevpar di navbera kurd û pêkhateyên ereb de û pirsgirêkên ku ji ber vê êrîşê di navbera kurd û pêkhateyên ereb de ye."
 
Axaftina dawî ji aliyê Hevserokê Partiya Sûriya Pêşerojê Ibrahîm Qeftan ve hat kirin. Ibrahîm wiha got: "Em navenda Rojava ya Lêkolînên Stratejîk spas dikin. Her wiha em hevala Hevrîn Xelef ji bîr nakin. Armanca Partiya Sûriya Pêşerojê, azadiya gelan e. Hemû cîhan dît ku dewleta tirk bi çi rêbazî êrîşî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir, jin û zarok qetil kir."
 
Dîdar bi daxuyaniyeke çapemenî ji aliyê rêveberiya navenda Rojava ya lêkolînên stratîcîk Leyla Siwar bi dawî bû. 
 
Pêşniyar wiha ye: 
 
*Raporên belgekirî, hejmara qurbaniyên sivîl, rewşên zehmet ên niştecihên ku bi zorê ji herêmên xwe, hatine koçberkirin, mal û samanên wan hatine desteserkirin, dewleta tirk û çeteyên wê mafên mirovan û zagonên navneteweyî, bi awayekî metirsîdar binpê dikin. Ev yek dihêle ku ji desteyên dozgeriya navneteweyî û rêxistinên parastina mafên mirovan were xwestin ku bi berpirsyariya xwe rabin, da ku mafê qurbaniyan bigihêje wan û sûcdar werin cezakirin.
 
*Teqezkirina civaka navneteweyî li ser rêkeftin û peymanên navneteweyî û pêkanîna wan, dihêle ku zextek bi bandor li ser dewleta tirk çêbibe, da ku qirkirina nijadî û guhertina demografîk ên ku li dijî pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rawestin û sînorek ji destwerdanên wê yên neyînî yên di karûbarên herêmê de were danîn. Ji bo ku ev yek pêk were ji saziyên civaka navneteweyî û NY'yê tê xwestin ku stratejî û çalakiyên siyasî û mafnasî yên hevbeş deynin. Her wiha ji dewletên ku mîsogeriya rêkeftinên agirbesta li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kirine (Emerîka û Rûsiya) tê xwestin ku bihêlin dewleta tirk êrîşa li ser herêmê rawestîne, dagirkeriyê bi dawî bike û di rewşa aram de, niştecih vegerin herêmên xwe.
 
*Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nahêle ku statuyên terorist li herêmê werin avakirin û metirsiyê li ser aştî û ewlehiya navneteweyî çêbikin. Di têkbirina DAIŞ a terorist û şopandina şaneyên wê yên veşartî de, ev rêveberî xwedî roleke bi bandor bû û bi saya vê rêveberiyê herêma ku ji aliyê wê ve tê birêvebirin aramî û aştiyê heye. Ji ber wê jî çi êrîş li ser vê rêveberiyê pêk were, dê bikeve xizmeta terorê, ji xwe di êrîşa dewleta tirk û çeteyên wê ya li ser herêmê de ev yek derket holê. Ji ber vê yekê ji civaka navneteweyî tê xwestin ku di hemû qadan de, siyasî, leşkerî û aborî alîkarî û piştgiriya vê rêveberiyê bike û ji ber ku çeteyên bi navê "Artêşa Niştimanî" yên ku binpêkirinan der heqê gelê herêmê de dikin û ev yek dibe çavkaniya piştgiriya heyberî, rewanî û leşkerî ji bo rêxistinên terorist taybetî rêxistina Cebhet El- Nusra û DAIŞ ên terorist ên ku bi şervan, agahî û bi rêya şaneyên razayî û teqînan piştgiriya wê dikin, ev kom derbasî lîsteya terorê bibe.
 
*Rêveberiya Xweser nûnera rewa ya pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye. Jixwe Hêzên Sûriya Demokratîk (Hêzên rewa yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê) ji bo piştgiriya aramî û ewlehiya navneteweyî gelek qurbanî dane. Dema ku nûnerên pêkhateyên herêmê beşdarî komîteya destûrî ya ku ji hêla civaka navneteweyî ve hat pêşkêşkirin da ku qeyrana Sûriyê were çareserkirin, nebin, neheqiyeke mezin li van pêkhateyan tê kirin û eger ew beşdar nebin, ew pabendiyê bi tu zagonên jêderketî nakin. Ji saziyên NY'yê yên têkildar tê xwestin ku bi erka xwe rabin û vîna siyasî ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê beşdarî hemû xebat û kongreyên girêdayî qeyrana Sûriyeyê bikin.
 
*Ji bo ku aştî û dadmendî pêk werin, tundrewtiya ku cewherê çanda kîndariyê dinimîne têk here, divê dadgeheke sûckariyên navneteweyî ya taybet bi binpêkirin û sûcên ku li giştî Sûriyê û taybet li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk hatine, were avakirin. Da ku dewleta tirk û çeteyên wê yên tundrew û paşverû yên weke DAIŞ û Cebhetilnusra yên niha di bin sîwan Artêşa Niştimanî de ne, werin dadgehkirin, ev çete sûcên li dijî mirovahiyê kirine û taybetî pêvajoya qirkirina nijadî û guhertina demografîk a der heqê şêniyên herêmê de, derketina bobelateke mirovî, mezinbûna terorê û zêdebûna çanda kînê, li ser destê wan hatine kirin. Jixwe Dadgeha Dada Navneteweyî yan jî desteyên dozgeriya navneteweyî yên din dikarin vê erkê hilgirin ser milê xwe.
 
*Rengê ajandeyên heyî, mezinahiya komploya ku li dijî pêkhateyên Bakur û Rohilatê Sûriyeyê tê gerandin û tiştên ku bav û kalên wan li ser destê dewleta tirk dîtibûn, ji pêkhateyên herêmê dixwazin ku yekrêziya xwe li dar bixin, bi xaka xwe ve girêdayî bin, asta piştgiriya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Hêzên QSD'ê zêde bikin û berxwedana di asta çandî, aborî, siyasî û leşkerî de bilind bikin, da ku li hemberî projeyên hegomonîk û dagirkeriyê rawestin û aştî û nasnameya niştimanî biparêzin."