Ji bo pêşîgirtina şîdeta li ser jinê giştîname:Em hêvî bikin bila wisa be

  • 09:12 19 Kanûn 2019
  • Rojane
Yeşîm Oruç
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Bi îmzeya Wezîrê Dadê Abdulhamît Gul, ji bo pêşîgirtina şîdeta li ser jinê giştîname hat weşandin. Akademîsyen Eylem Umît Atilgan giştîname nirxand û got: “Dema em giştînameyê bi peymana Stenbolê re tînin gel hev, li gorî me naveroka giştînameyê ne li gorî afirandina polîtîkaya hiqûqê ye. Giştîname wê dozger û dadgehan bike tevgerê.”
 
Li ser têkoşîna rêxistinkirî ya jinan, bi îmzeya wezîrê dadê Abdulhamît Gul, li dijî şîdeta li ser jinê giştînameyek hat weşandin. Li gorî giştînameyê wê ‘Buroyên li dijî şîdeta li ser jinê û nav malbatê’ bên zêdekirin û dozgerên pispor ên li van buroyan li şîdetê binêrin. Di çarçoveya şîdeta li hember jinê de, di rewşa ku jiyana jinê di xetereyê de be, wê tedbîra parastinê ya jinê ya ji bo demekê pêk bê. Bi giştînameyê, ji bo kesên şîdetê pêk tînin, wê di mijarên weke kontrola hêrsê, li dijî stresê têkoşîn, perwerde, rehabîlîte û dermankirin bê xwestin.
 
‘Naveroja giştînameyê ne li gorî polîtîkaya hiqûqê ye’
 
Akademîsyen Eylem Umît Atilgan, giştînameya ku wezaretê weşandiye şîrove kir. Eylemê destnîşan kir ku li gorî wê nirxa giştînameyê, di îfadeyên îsabetkirî yan jî berfirehiya metnê de cih nagire û bal kişand ser peymana Stenbolê. Eylemê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dema mirov bi peymana Stenbolê re tînin gel hev, li gorî me naveroka giştînameyê di alî afirandina polîtîkaya hiqûqê de ne cih de ye.”
 
‘Ez ji dadgeh û dozgeran tevgerekê dipêm’
 
Eylemê destnîşan kir ku dozger û dadgehên li Tirkiyeyê, di nokteya pêkanîna belgeyên mafê mirovan de mixabin, xwe şûnde dikşînin. 
 
Eylemê wiha berdewam kir: “Di çanda hiqûqa me de, giştînameyên wezaredata dadê, tevgerê pêk tîne. Heta me ev di qanûna 6284’an de jî dît. Niha ez bi vê giştînameyê ji dadger û dozgeran tevgerekê dipêm.”
 
‘Em hêvî bikin bila wisa be’
 
Eylemê di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku ev giştîname ji bo hêzên ewlehiyê jî wek nîşaneyekê ye û ev tişt anî ziman: “Tevî van îfadeyên min, piştî vê giştînameyê şûnde, hêvîdar im daxwazên jin û parêzvanên mafên mirovan bên dîtin. Em hêvî bikin ku bila wisa be.”