'Bi berxwedana jinan, dê projeya netewa demokratîk bi ser bikeve'

  • 09:03 19 Kanûn 2019
  • Rojane
Dilûcan Bozî
 
KOBANÊ - Berdevka Komîteya Perwedeya Kongreya Star a herêma Firatê, Felek Yûsif têkoşîna xwe ya 26 salan a li hemberî hişmendiya sîstema Rejîma BAAS'ê û civaka feodal wiha vegot: "Li dijî sîstema feodal û zihniyeta baviksalarî min têkoşîn hilbijart. Têkoşîn ji bo min bû çeka min. Divê em li ser fikir û felsefeya neteweya demokratîk bimeşin û têkoşîna xwe ya li dijî sîstema feodal û zihniyeta baviksalarî bidomînin."
 
Berdevka Komîteya Perwedeya Kongreya Star a herêma Firatê, Felek Yûsif  yek ji jinên ku di nava şoreşa Rojava de cihê xwe girtiye. Gelek qad bi rê ve biriye û niha jî berdevka komîteya perwerdeyê ye. Feleka ku temenê wê 44 salî ye dayika 2 zarokan e. Ev sê sal in hevjînê Felekê yê bi navê Mihemed Seydî winda ye û tu agahî jê nayê girtin. Malbata Felekê ji kevneşopiya komînîstan tê. Ji ber wê jî Felekê di temenê xwe yê ciwantî de xebatên tevgera komînîstan daye meşandin. Piştî ku tevgera kurd li Rojavayê Kurdistanê bi pêş dikeve Felekê piştî zewacê, tevgera kurdan baştir nas dike û beşdarî xebatan dibe. Beriya ku Felekê beşdarî nava tevgera kurdan bibe gelek caran ji zimanê dewleta BAAS’ê tiştên neyînî di derbarê tevgera kurdan de bihîstiye, lê belê piştî ku beşdarî xebatê dibe hîn bi awayek baştir nas dike û bi pêşketina şoreşa Rojava re jî Felek hîn bi awayek xurtir beşdarî nava qadên siyasî û perwerdeya civakê dibe.
 
Di vê çarçoveyê de Berdevka Komîteya Perwedeya Kongreya Star a herêma Firatê, Felek Yûsif ji ajansa me re  behsa serpêhatî û  têkoşîna xwe ya di nava şoreşê de kir. 
 
'Sekin û ehlaqê tevgerê bû sedem ku ez têbikoşim'
 
Felekê di destpêka axaftina xwe de behsa têkoşîna salên xwe yên ciwantiyê kir û got: "Di partiya komînîst de jî mafê jinê tê parastin, lê azadî û projeya netewa demokratîk tune ye. Piştî min pirtûkên Rêber Apo xwendin êdî min tam nas kir ku netewa demokratîk çi ye çi dixwaze bingeha xwe ji ku digire. Dema ku mirov parêznameya pêncemîn dixwîne mirov çareseriya pirsgirêkên hemû gelan dibîne. Min weke jin xwe tê de dît û min dest bi xebatên parastinê kir, lê gel li min ecêb diman digotin tu destpêkê ne wiha bûyî niha çawa tu hatî guhertin." 
 
'Bi berxwedanê em gihaştin vê astê'
 
Felekê di berdewamiya gotinên xwe de bal kişand ser zehmetiyên ku beriya şoreşê dîtine û wiha domand: "Di dema rejîma BAAS'ê de me bi awayekî veşartî xebat dida meşandin. Ji bo em neyên girtin û xebatên me eşkere nebin me di malên xwe de û li hin deverên din bi dizî civîn û rêxistinên xwe ava dikirin. Di wan deman de min bi tenê xebatên ragihandinê dida meşandin. Ji bo gel neyê girtin me di çalakiyan de rûyê gel nedida pêş û bi awayên sergirtî dosya an jî nûçe ji televîzyonan re çêdikir û bi veşartî jî dişandin. Her çendî zehmetiyên kar hebûya jî, lê belê em ji karê xwe kêfxweş bûn. Piştî şoreşa 19'ê tîrmehê hat ragihandin saziyên xweser hatin avakirin. Jinan jî gavên girîng di şoreşê de avêtin û bûn xwedî hêza siyasî, leşkerî, çandî û aborî."
 
'Jin bi vîna xwe sîstema desthilatdar têk dibin'
 
Felekê da zanîn ku jinan bi têkoşînê jiyanek nû afirandin û wiha dewam kir: "Di sala 2012’an de me li Kobanê cara yekem mala jinê ava kir, her wiha min di heman demê de cihê xwe di nava qada perwerdeyê de digirt û ez endama rêveberiya bajêr jî bûm. Bi naskirina tevgerê re bê guman em jin roj bi roj pêş dikevin û dikarin bibin xwedî hêza xwe ya xwezayî. Ji ber jin-dayik di jiyanê de mamosteya yekem e, ez bi xwe jî hewil didim ku zarokên xwe li ser felsefa Rêber Apo û civaka demokratîk perwerde bikim û em bikaribin hîn bi awayekî baştir xizmeta welatê xwe bikin. Beriya şoreşê em di bin bandora zihniyeta feodal de bûn, lê bi avabûna şoreşê re gelek pêşketin di nava civaka me de çêbûn. Bi taybetî jî bi rêya perwerdeyan di civakê de gavên demokratîk tên avêtin û ez bi hêvî me ku em weke civak hîn baştir zarokên xwe li ser felesefeya hevjiyana azad perwerde bikin."
 
'Li herêmên me projeyeya netewa demokratîk tê pejirandin'
 
Felekê di dawiyê de behsa girîngiya pergala netewa demokratîk kir û wiha dom kir: "Projeya netewa demokratîk bandorên xwe li hemû gelên cîhanê kiriye. Ji ber ku li ser bingeha avakirina civakek azad û wekhev e. Civakên ku li ser vê bingehê werin damezirandin wê tê de wekheviya zayendan hebe û wê bibin xwedî hêza birêvebirinê. Em weke civaka kurd bi salan e rastî êrîşên desthilatdaran tên û gelek caran rastî komkujiyê hatine. Niha jî bi pêşengtiya dewleta tirk, hêzên NATO û çeteyên El Nusra êrîşî ser xaka me û pargala me dikin. Em weke jin û civak, heta dawiyê li dijî van êrîşan li ber xwe bidin. Tu hêz nikare civaka zana û perwerdekirî, zû bi zû bihelînin. Her wiha ez bang li hemû jinên cîhanê dikim ku li dijî êrîşên ser jina û herêmên Bakurê Sûriyeyê rabin ser piyan û bêdeng nemînin."