ROJEVA 19'Ê KANÛNA 2019'AN

  • 09:00 19 Kanûn 2019
  • Rojev
*Zarokên Efrînê yên ku li Helebê bi cih bûne, ji bo sala nû daxwazên xwe parve kirin û gotin: "Me pir bêriya Efrînê kiriye, ji bo sala nû hêvî û daxwazên me vegera Efrînê ye." DÎMEN HEYE
 
*Lîstok sêwî, dibistan û kolan ji dengê çûkên aşîtiyê bêdeng mane. Zarokên ku pêwîst bû niha di dibistanên xwe de perwerdeya xwe ya salê bibînin niha di dibistanên xwe de mîna koçberan bicih dibin. Zarokên ji ber dibistanên xwe derbas dibin bi çav û dilekî xemgîn û bi hesret lê dinêrin. Mirov di nêrîna wan de vê pirsê dibîne 'Gelo rojek heye em dîsa vegerin dibistanên xwe û bi refê xwe û bi mamosteyên xwe re perwerdeya xwe bibînin?' Ne tenê kolan, baxçeyên zarokan jî bêdeng mane. JI PÊNÛSA JINAN
 
*Berdevka Komîteya Perwedeya Kongreya Star a herêma Firatê, Felek Yûsif têkoşîna xwe ya 26 salan a li hemberî hişmendiya sîstema Rejîma BAAS'ê û civaka feodal wiha vegot: "Li dijî sîstema feodal û zihniyeta baviksalarî min têkoşîn hilbijart. Têkoşîn ji bo min bû çeka min. Divê em li ser fikir û felsefeya neteweya demokratîk bimeşin û têkoşîna xwe ya li dijî sîstema feodal û zihniyeta baviksalarî bidomînin."DÎMEN HEYE
 
*Jina bi navê Stêrvan Ebdo ya ku ji morîkan berhemên cuda çêdike wiha got: "Ez dixwazim vegerim mala xwe û mala xwe ya hilweşiyaye bi berhemên destên xwe bixemlînim." DÎMEN HEYE
 
* Gelê li gundê Marîneyê ya Nisêbînê dijîn, di salên 90’î de tevî hemû polîtîkayên zextê gundên xwe terk nekirin. Tevî valakirina gundan, jinên vegeriyan gundên xwe diyar kirin ku tevî zext didomin gundên xwe terk nakin. DÎMEN HEYE
 
*Siyasetmedarên jin diyar kirin ku sedema zêdebûna kuştinên jinan ji ber polîtîkayên hikûmetê ye û gotin: “Ji bo jinek din neyê qetilkirin divê têkoşîna hevpar bê dayîn.”
 
*Endama Lijneya Rêveberiya Odeya Mîmaran Selma Aslan diyar kir ku Sûr qada sît a dîrokî ye û got: “Ev xebata li wir tê meşandin, bi armanca jibîrkirina dîrokê tê kirin. Dixwazin ji çanda herêmê bidin dûrxistin.”
 
*Bi îmzeya Wezîrê Dadê Abdulhamît Gul, ji bo pêşîgirtina şîdeta li ser jinê giştîname hat weşandin. Akademîsyen Eylem Umît Atilgan giştîname nirxand û got: “Dema em giştînameyê bi peymana Stenbolê re tînin gel hev, li gorî me naveroka giştînameyê ne li gorî afirandina polîtîkaya hiqûqê ye. Giştîname wê dozger û dadgehan bikeve tevgerê.”