'Em cîhaneke ku zarok lê tên kuştin naxwazin'

  • 16:37 18 Kanûn 2019
  • Rojane
STENBOL -Di daxuyaniya hevpar ku di çarçoveya Hefteya Mafên Mirovan de hat dayîn de, meha konûnê wekî meha qirkirin û bûyeran hat pênasekirin û wiha hat gotin: "Em cîhaneke ku cenzeyê zarokan di kîsan de tên rêzkirin naxwazin." 
 
Meclisa Dayikên Aştiy, Meclisa Jinê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Tevgera Jinên Azad (TJA), di çarçoveya 1-17'ê kanûnê ku Hefteya Mafên Mirovan de li avahiya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Stenbolê daxuyaniyeke hevpar dan. Hevseroka HDP'ê ya Stenbolê Elîf Bûlût, aktîvîstên TJA'yê, endamên Meclisa Jinê ya HDP'ê û Dayikên Aştiyê tevlî daxuyaniyê bûn. 
 
'Tirkiye sûcê şer kiriye'
 
Di daxuyaniyê de destpêkê Sekretera ÎHD'ê ya Stenbolê Leman Yurtsever axivî û diyar kir ku di demên dawîn de Tirkiyeyê gelek sûcên şer pêk anîne û li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gelek sivîl qetil kiriye. Yûrtsever xwest ku Tirkiyeyê dev ji polîtîkayên şer berde û got ku aştî dide qezenckirin û şer dide windakirin. Hevseroka HDP'ê ya Stenbolê Elîf Bûlût jî da zanîn ku şerê ku ji aliyê mezinan ve tê destpêkirin timik jin û zarok jê xesar dibînin. Endama Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê Cemîle Çîftçî jî banga bi dawîkirina şer kir û ev tişt got: "Bila êdî zarokên me nemirin. Divê ev şer êdî raweste. Em ê neletê li vî şerî dikin. Ev Cîhan a herkesî ye. Em aştiyê dixwazin. Çawa ku em naxwazin ku zarokên tu kesî bên kuştin, em naxwazin ku zarokên me jî bên kuştin. 
 
'Meha kanûnê bû meha qetilkirin û komkujiyan'
  
Piştî axaftinan daxuyaniya hevpar ji aliyê Aktîvîsta TJA'yê Pinar Kandal ve hat xwendin. Pinar, diyar kir ku meha kanûnê weke meha qetilkirin û komkujiyan di bîra mirovan de maye û wiha got: "Destpêka meha kanûnê ya îsal de jî li Til Rifatê 8 jê zarok bi giştî 10 kes hatin qetilkirin. Em di serî de zarokên ku li Roboskî bi bombeyan hatin kuştin, zarokên ku 10 salên di şerê Sûriyeyê de tên kuştin, zarokên ku bi malbatên xwe re li behr, çeman fetisîne, zarokên kurd ku li Helepçeyê Saddam wan qetil kir, zarokên ku DAIŞ'ê wan li Şengalê qetil kir, zarokên ûygûr ku li Arakanê Çîn wan qetil kiriye, zarokên ku Boko Haramê wan li Nîjeryayê qetil kiriye, zarokên ku li Yemenê tên qetilkirin bi xemgînî bi bîr tînin. Em jin û dayik û neletê li vê cîhana ku li şûna çekan wijdan zarokan dikujin dikin. Em daxwaz dikin ku hesabê van miriyên komkujiyên sivîl û zarokan bi pirsîn û cezakirin."
 
'Em dixwazin ku şer bi dawî bibin'
 
Kandal, anî ziman ku mafê jiyane mafekî pîroz û gerdûnî ye û wiha pêde çû: "Em Cînaheke ku zarok têde tên tacîzkirin û qetilkirin, bi bombeyên balafiran tên qetilkirin, di qedexeyên derketina derve de tên kuştin, di paqişkirina mayînan parçe dibin, cenazeyê wan di kîsên cenazeyên tên rêzkirin naxwazin. Em daxwaz dikin ku şer bi dawî bibin û zarok di şeran de neyên kuştin tiştên pêwîst bê kirin. Ji bo ku zarok nemirin û neyên kuştinpeywir dikevin ser milên me jî. Em bi bîr dixin ku em ê 8 zarokên ku li Til Rifatê hatin qetilkirin ji bîr nekin û li kura Cîhanê dibe bila bibe kuştina zarokan şermezar dikin. Em bang li tevî jinan, dayik, civak, raya giştî û civaka navneteweyî dikin ku zarokan bidin jiyandin û xwedî li wan derkevin."