635 hezar kesî ji Iraq û Başûrê Kurdistanê koç kir

  • 15:55 18 Kanûn 2019
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Di nava 4 salên dawî de 635 hezar kesî ji Iraq û Herêma Federal a Kurdistanê koçber bûne. Îsal di meha çile heta meha kanûnê 70 hezar kesî berê xwe dan Yewnanîstanê. Her wiha di nava 4 salên dawî de jî 19 hezar kesî li Derya Spî xeniqîne.
 
Rêxistina Sîfar ku li ser pirsgirêkên koçberiyê disekine û ji sala 2018’an ve xebatek bi navê “Projeya Koçber" meşandiye, bi minasebeta 18’ê Kanun Roja Koçberiyê ya Navnetewî, semînerek hat li dar xist. Semîner li Hola Şanoya Amedeyî Silêmanî ya Kuran (Lawan-xortan) hat lidarxistin û nêzî 200 xwendekar beşdar bûn.  
 
Di semînerê de daneyên derbarê koçberiyê de hatin parvekirin. Daneyên ku hatin parvekirin wiha ye: "Îsal ji meha çile heya meha kanûnê ya sala 2019’an 70 hezar kesî hewil daye li ser Tirkiyeyê re koçî Yewnanîstanê bikin. Ji van ji sedî 50 Iraqî ne û ji wan jî piranî xelkê Herêma Kurdistanê ne. Di rewşa niha de nêzî 40 hezar kesên ku beşek ji wan xelkê Herêma Kurdistanê ne, li kampên Yewnanîstanê dimînin. Di nava kesên li kampên Yewnanîstanê dimînin de 12 hezar zarok hene û ji wan tenê sedî yek dixwînin.”
 
Li gorî daneyên ku hatî parvekirin de ji sala 2014’an heta niha 635 hezar kes ji Iraqê koç kiriye, her wiha di nava 4 salên dawî de 19 hezar kesî li Derya Spî xeniqîne û wiha hat gotin: "Nêzî 500 û 600 Kurdên koçber li Sibîryaya Rusyayê dijîn, dîsa di navbera 300 û 400 de ciwanên Kurd di zindana Edirne ya Tirkiyeyê de ne. Her wiha kesên ku dixwazin biçin Ewropayê 40 hezar dolar dane. Lê ji ber zehmetiyan dîsa vegeriyane.”