Feleknas Uca Cejna Êzî pîroz kir

  • 15:27 18 Kanûn 2019
  • Rojane
ENQERE - Parlamentera HDP'ê Feleknas Uca ji êrîşa li ser êzidiyan a li Êlihê pêk hat hikûmet berpirsiyar girt û got: "Li vî welatî ger ku êzidî li gel biryara darazê bi êrîşê re rûbirû dimînin, ji vê hikûmet berpirsiyar e û diyar kir ku divê hikûmet demildest bi berpirsiyariya xwe rabe."
 
Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Êlihê Feleknas Uca, bi minasebeta Cejna Êzî li meclisê civîna çapemeniyê li dar xist. Feleknasê diyar kir ku Cejna Êzî nirxek girîng ya olî û civakî ya civaka êzidî ye û ev tişt got: "êzidî di îbadeta xwe de di serî de ji 72 netewan re dua dikin û piştre ji xwe re dikin. Ji ber baweriya xwe ya olî tundiyê red dikin. Lê ji ber zimanê xwe yê kurdî, çand, nasname û baweriya xwe ya êzidyayetiyê  ji aliyê dewletên cuda cuda ve 73 caran di qirkirinê re hatine derbaskirin."
 
'Cejna êzî pîroz be'
 
Feleknasê di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: ''Ez Cejna Êzî li civka êzidî ku di tevahiya dîrokê de hatine koçberkirin û qirkirin  pîroz dikim û hêvî dikim ku rojiya wan qebûl bibe.Êzîdî her meha Kanûnê 3 heftiyan 9 rojan rojiyê digirin û piştre Cejna Êzî pîroz dikin."
 
'3 hezar jin û zarok revandin'
 
Feleknasê bi bîr xist ku ji ber ziman, çand, nasnameya kurdî û baweriya êziyayetiyê 73 caran cvaka êzidî di qierkirinê re hatiye derbaskirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Di encama fermana dawî ya li ser êzîdiyan ku 3'ê Tebaxa 2014'an ji aliyê DAÎŞ'ê ve êrîşî wan hat kirin de, 3 hezar jin û zarok hatin revandin û  hê jî aqûbeta wan ne diyar e.  Êzîdî yên ku DAÎŞ'ê revandin di sala 2016'an de  bi rêya bûroyên li Dîlokê di ser bazarên dijîtal ên koleyan re hatin firotin û got. Li gel delîlan jî bersûcên ku ji gelek dosyayan dihatin darizandin bi bayê bezê hatin berdan.''
 
'Kurdên êzidî û yên misliman têkoşîna jiyanê didin' 
 
Feleknasê got li gel fermanê jî êzîdî li Şengalê mane û got û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Çeteyên hov ên DAÎŞ'ê ku li bajarên kurdan hatin bicihkirin sûcê li dijî mirovahiyê dikin, li Rojava kurdên misilman û êzîdî û hemû gelên din têkoşîna dijî qirkirinê didin. Li bakurê Kurdistanê jî milkên êzîdiyan hatine desteserkirin û dema ku dixwazin axa xwe bigirin jî êrîşî wan tê kirin."