Deh kesên ku li Mêrdînê hatibûn binçavkirin sewqî dadgehê hatin kirin

  • 14:15 18 Kanûn 2019
  • Rojane
MÊRDÎN - Hevserokê HDP’a Mêrdînê Salîh Kuday û Hevseroka Odeya Bijîşkan a Mêrdînê Derya Etem jî di nav de 10 kesên çend roj berê hatibûn binçavkirin ji emniyetê sewqî edliyê kirin.
 
Li navenda Mêrdîn û navçeyên di 11’ê kanûnê de di serdegirtina malan de Hevserokê Rêxistina HDP’ê ya Mêrdînê Salîh Kuday, Hevseroka Odeya Bijîşkan a Mêrdînê Derya Etem, Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Aysel Erol, endam û rêveberên HDP’ê Neda Alper, Abdullah Akîkol, Veysî Parilti, Dilaver Înal, Kerîm Saygili, endama Platforma Jinan a Şahmaran a Mêrdînê Emel Oran û Hevserokê Şaxa Sendîkaya Kedkarên Buroyê (BES) a Mêrdînê Mustafa Benlî hatibûn binçavkirin. Îfadeyên li emniyetê bi dawî bûn û her 10 kesan ji bo îfade bidin dozgeriyê birin Dadgeha Mêrdînê.
 
Hat zanîn ku dozgeriyê derbarê 5 kesan de dema binçavkirina wan dirêj kiriye û dê îfadeyên 5 kesan jî bigire.