Jinên KNK’yî nûnerên jin ên Tevgera Goran ziyaret kirin

  • 13:10 18 Kanûn 2019
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Endamên komîteya Jin a KNK’ê bi armanca bihêzkirina pêwendiya di navbera jinên Kurd de û nirxandina rola jin di pêkanîna yekrêziya netewî de serdana nûnerên jin ên Tevgera Goran kirin. 
 
Şandeyek ji komîteya Jin a Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) ku ji Şehla Hafît, Perwîn Ezîz, Perwa Elî û Zeynep Mistafa pêk tê li Silêmaniyê çûn serdana Nûnerên jin ên Tevgera Goran. Şandeya jinan a KNK’ê ji aliyê Endamên Civata Giştî ya Goran Nesrîn Cemal û Sera Feqî Xidir, Endama Odeya Hilbijartinê Tanya Osman û Endama Peywendiyên Siyasî ya Tevgera Goran Nexşe Ehmed ve hate pêşwazkirin. Di hevdîtinê de girîngiya yekîtiya netewî ya ji bo Gelê Kurd û rola jinan a di pêkanîna yekrêziya Kurd de hate destgirtin. 
 
Her wiha jinên KNK’yî û Goran di hevdîtinên de behsa bihêzkirina cih û rola jin di nava partî û rêxistinan de kirin û hate gotin, di vê jin hem di mijara yekîtiya netewî de roleke erênî û çalak bilîze hem jî rola jin a di nava partî û rêxistinên Kurd de zêdetir derkeve pêş û rengê xwe diyar bike.
 
Şandeya KNK’ê nêzî meheke li Başûrê Kurdistanê  ji bo parastina destkeftiyên û pêkanîna yekrêziya di nava hêzên siyasî û pêşeng yên Kurd de rêze hevdîtinan pêktîne. Şandeya KNK’ê ji bilî partiyên siyasî, hevdîtin li gel pêkhateyên cûda yên Kurdistanê û rêxistinên jin jî dikin. Rêze hevdîtinên ji bo yekîtiya netewî ya dibin pêşengiya KNK’ê de berdewam dike.