Hevşaredara Kopê Eylem Saruca anîn edliyeyê
- 11:58 18 Kanûn 2019
- Rojane
MÛŞ - Hevşaredarên ku cihê wan qeyûm hatî tayînkirin hevşaredara Kopê Eylem Saruca û hevşaredarê Gimgimê Mahmut Yalçin sewqî edliyeyê hatin kirin.
Li navçeyên Mûşê duh di serdegirtina polîsan de Hevşaredarên Gimgimê Ulku Karaaslan û Mahmût Yalçin û Hevşaredarên Kopê Eylem Sarûca û Adnan Topçû hatin binçavkirin û bi biryara Wezarata Karên Hundir ji peyvîrê hatin avêtin û şûna wan qeyûm hatibûn tayînkirin. Hevşaredara Kopê Eylem Saruca û hevşaredarê Gimgimê Mahmut Yalçin li emniyetê îfadeyên wan bi dawî bû ew sewqî edliyê hatin kirin.
Hat zanîn ku îfadeyên Hevşaredarê Kopê Adnan Topçu û hevşaredara Gimgimê Ulku Karaaslan û Hevşaredarê Lîzê Dilaver Keskîn li emniyetê didome.