Qeyûm tayînî 3 şaredariyên din kirin

  • 10:57 18 Kanûn 2019
  • Rojane
MÛŞ - Wezareta Karên Hundir hevşaredarên HDP’ê yên Gimgim, Kop û bajorka Lîzê yên duh hatin binçavkirin ji peyvirê girtin û qeyûm tayînî şûna wan kir. 
 
Hevşaredarên HDP'î yên navçeya Kop, Gimgim û bajaroka Lîzê yên Mûşê duh hatin binçavkirin. Hevşaredara Gimgimê Ulku Karaaslan, Hevşaredarên Kopê Eylem Saruca û Adnan Topçu û Hevşaredarê Lîzê Dilaver Keskîn, piştî hatin binçavkirin Wezareta Karên Hundir bêyî li benda biryara dadgehê raweste, bi lez û bez hevşaredar bi îdaya propagandaya rêxistinê kirine ji peywirê dûr xistin û qeymeqamên navçeya wekî qeyûm tayînî şûna wan kirin.