Qedexeya Dêrîk û Şemrexê bi dawî bû

  • 10:56 18 Kanûn 2019
  • Rojane
MÊRDÎN - Qedexeya li 2 gundên Dêrik û Şemrexê hatibû îlankirin bi dawî bû. 
 
Li Gundê Şêbê yê Şemrexê û li Gundê Dêrikê yê bi navê Şêba Jêr serê sibehê qedexeya derketina derve hatibû îlankirin. Qedexeya ku serê sibehê hatibû îlankirin, hat bidawîkirin. Hat hînbûn ku ji do şev de heta vê serê sibehê pevçûna li herêmê dewam kiriye. 
 
Derbarê pevçûnê de agahiyek berfireh nehat bidestxistin.