Eylem Saruca: Xebatên me tên astengkirin

  • 09:16 18 Kanûn 2019
  • Rojane
Zeynep Durgut
 
MÛŞ - Hevşaredara Kopê Eylem Saruca berî ku bê binçavkirin di hevpeyvîna ku da me de, diyar kir ku ew xebatên xwe li gel hemû astengiyan pêk tînîn û ev tişt got: "Ji hevdîtina me ya bi gel re her roj astengî tên derxistin. Dema ku em ji bo çalakiyê pêk bînin serî li walîtiyê didin dikarin ji bo 15 rojan hemû çalakiyan asteng bikin .Di warê fermî de qeyûm wekî ku tune ye lê hemû pêkanîn ên qeyûm in."
 
Di hilbijartinên herêmî yên 31’ê adarê de Partiya Demokratîk a Gelan (HDP)  3 şaredariyên bajarên mezin,5 bajêr, 45 navçe  û 12 bajarok di nav de bi giştî 65 şaredarî bi dest xistin. Lê piştî tayînkirina qeyûman 3 Şaredariyên bajarên mezin, 26 navçe û 2 bajarok  ji aliyê qeyûman ve hatin desteserkirin. Duh jî piştî ku hevşaredara Kopê, Gimgim û ya bajaroka Erentepê yên Mûşê hatin binçavkirin û ji peywirê hatin girtin li şûna wan qeymeqamên navçeyan wekî qeyûm hatin tayînkirin. Têkîldarî xebatên şaredariyê û tayinkirina qeyûman hevşaredara navçeya Kopê Eylem Saruca beriya bê binçavkirin  ji ajansa me re axivî bû.
 
‘Qeyûm du salan xebatên xapandinê kirine’
 
Eylemê di axiftina xwe de anî ziman ku piştî wan şaredarî ji qeyûm girtine ew bi deynên mezin re rû bi rû man û wiha got:” Li gel qezenckirina şaredariyê me pirsgirêk jî dewer girtin. Deynên şaredariyê gelek zêde bûn û bi tu awayî nayên zanîn ku ew pere ji çi re hatiye xerckirin. Xebata me ya destpêkê bû çareserkirina van pirsgirîkan. Ji ber ku di du  salan de qeyûm ji xapandinê zêdetir tu tişt nekiribû.  Pereyên ku ji bankayê ji şaredariyê re dihatin tev ji deynên şaredariyê re hatin dayîn. Ev ji bû sedema bilokekirina kartên me yên bankayan. Di destpêkê de em bi deynên şaredariyê re mijûl bûn. Bêgûman lê tevî hemû neyiniyan ji bo ku em ji gel re xîzmetê bikîn em ketin nav hewlêdanê. Me xebatên binesaziyê di 7 de ji sedî 90 qedandin.  Di destpêkê de em di nav aloziyeke mezin de bûn, lê pişt re bi piştgiriya gel em  bi ser ketin.” 
 
‘Di dema qeyûm de tu kes nikaribû biçûna şaredariyê'
 
Eylemê bi lêv kir ku di dema qeyûm de tu kes nikaribû biçûna şaredariyê û diyar kir ku li gel qezenckirina vîna gel deriyên şaredariyê ji gel re vebûn û wiha dom kir;” Li gel hemû neyiniyên qeyûman me tu caran têkiliya xwe ya bi gel re qut nekir. Bi civînan û serdanên esnafan me ji gel û gel jî ji me hêz girt. Di van serdanan de me ev tişt baş dît ku herî zêde gel dixwest bikeve şaredariyê. Ji ber ku di dema qeyûm de gel nedikarî bikeve şaredariyê û kesên ku diçûn şaredariyê jî bi lêgerîna polîsan re rû bi rû diman. Ev kirinên qeyûm di nava gel de bûn sedema şikestinê. Di dema qeyûm de gel nedikarî pirsgirîka xwe ya herî biçûk jî vebêje. Qeyûm heta bi serdanên xwe yên esnafan li gel leşkeran dikir. Bi rastî jî piştî ku vîna gel bi ser ket aramî çêbû. Em her di nav gelê xwe de bûn."
 
‘Ev rêbaze ji qeyûm re  xîzmete’
 
Eylemê destnîşanî xebatên xwe kir û got ku her xebeteke wan ji aliyê qeymeqam û walitiyê ve tê astengkirin û wiha pê de çû;” Di warê aborî de pêşiya xebatên me hatin girtin û niha jî ji aliyê menewî de li ser me tundiya derûnî didin meşandin. Êrîşa dewletê pir zêde li ser me heye. Xebatek me hebû me dixwest bernameya fîlm pêk bînin, lê destûr nehate dayîn û ew jî hate astengkirin. Ev bernameya ji aliyê gelek şaredariyan ve pêk hat lê dema ku dor bû dora HDP’ê ji qeymeqam û heta ku walî ev daxwaza me  tê qedexekirin. Dema ku daxwaziyeke me ya bi vî rengî pêk tê ji aliyê walî di heman rojê de ji her çalakî û bernameyan re herî kêm 15 roj qedexe tê îlankirin.  Ev rêbaz bi giştî ji bo pêşiya girtiya xebatên me ye û naxwazin ku em bi gel re bin. Di fermiyetê de qeyûm hêja  tayînî şaredariyê nekirîne  lê ev rêbaze ji qeyûm re  xîzmet e."
 
‘Li dijî hemû astengiyan em ê xebatên xwe heta dawiyê bikin’
 
Eylemê di dawiya axaftina xwe de da zanîn  ku xebatên jinan ji bi awayeke bêqanûnî tên astengkirin û bi lêv kir ku dewlet çi bike wê nikaribe hevdîtinên wan ên  bi jinan re asteng bike û wiha got:” Di van salan de tundiya li dijî jinan gihiştiye asta herî bilind. Em dixwazîn di rojên wiha zor û zehmet de bi jinan re civînan û hevdîtinan pêk bînin. Lê mixabin ev daxwaza me ji her tim bi awayekî bêqanûnî tê astengkirin. Me dixwest ku em miduryeta jinan ava bikîn lê ev ji aliyê qeymeqam ve hate redkirin û nehate qebûlkirin. Lê me ev tişt baş fêm kir ku ji bo me xwest em midûryeta jinê vekin nehate qebûlkirin. Ji ber ku di vê erdnîgariyê de jin wekî kesa duyemîn di nava civakê de tê dîtin. Çawa ku me pergala wekheviyê heta şaredariyan parast em ê li qadên din ji vê bidîn jiyîn. Wekheviya jin û mêr em ê pêk bînin. Heta ku em xwe digihîjin her jinekê em ê xebatên xwe bidomînin.”