'Armanca êrîşan qirkirina çanda gelan e'

  • 09:04 18 Kanûn 2019
  • Rojane
Şêrîn Zêrevan
 
QAMIŞLO - Hunermend  û Endamên  Desteya Tevgera Çand û Hunera herêma Cizîrê, di mijara  êrîşên dewleta tirk ên li ser herêmê û rola wan weke hunermend di nava vê pêvajoyê de nirxandin kirin û gotin: "Mebesta dewleta tirk ji êrîşan qirkirina çanda gela ye. Em ê bi çanda xwe bijîn û xemla welatê xwe bi serkeftinan rengîn bikin."  
 
Hunermend û endamên  Desteya Tevgera Çand û Hunerê li  herêma Cizîrê di nava êrîşên  9'ê Cotemehê de yê ku   ji aliyê dewleta tirk û hevkarên wê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve dest pê kir, roleke girîng leyistin û bi stran û awazên xwe cenga berxwedana rûmetê geş kirin. Stranên ku di nava vî şerî de hatin gotin bandoreke mezin li ser civakê kir û her bi moralê gel re asta têkoşînê bilind kirin. Têkildarî mijarê hunermend û endamên Tevgera Çand û Hunerê li ser rola xwe ya di nava vê pêvajoyê de nirxandin kirin. 
 
'Me awazên xwe li kêleka şervanên xwe hunand'
 
Endama koma Botan  û Hevseroka giştî ya Tevgera Çand û Hunerê  hunermend Nesrîn Botan wiha xebatê tevgera çandê nirxand:  "Kar û xebatê  me wek Tevgera Çandê bandoreke pir mezin li cîhanê kir. Esasê şoreşa ku me dest pê kiriye bingeha  wê parastina  çandê ye. Ji ber ku êrîşên ku tên kirin çanda gelan jî hedef digire. Ji destpêka şoreşa Rojavayê Kurdistanê me awazên xwe li kêleka şervanên xwe hunand, da ku welatê me bi banga dengê hunermendan xweş bibe û hêrsa têkoşîn û azadiyê bilind bibe." 
 
'Awazên têkoşînê li tevahî cîhanê belav bû'
 
Nesrînê rola Tevgera Çand û Hunerê di nava şerê berxwedana rûmetê de nirxand û wiha got: "Êrîşên dewleta tirk a dagirker ên li ser herêmên me, bû sedem ku herkes  di nava liv û tevgerê de be û tenê parastina rûmeta xwe ji xwe re bike armanc. Di nava vî şerî de me gelek stran li ser şervana çêkirin, awazên têkoşînê li tevahî cîhanê belav bû û vê yekê da diyarkirin ku tu kes divê neraweste. Her der divê bibe qada berxwedanê."   
 
'Di demek kurt de me stranên xwe amade kirin û tevlî têkoşînê bûn'
 
Nesrînê da zanîn ku  xebatên  Çand û Hunerê yên di berxwedana rûmetê de hat  çêkirin, xwestin berhemên nû ji gel re bidin çêkirin û moralê wan bilind bikin û wiha gotinên xwe domand: "Stranên ku di berxwedana rûmetê de hatin çêkirin, ji bo me hemûyan bûn hêz. Me xwest em rihekî nû di nava gelê xwe de ava bikin. Jixwe dema strana jî pir kurt e, lê gotinên wê pir bi bandor in. Vê yekê hişt ku hêrsa têkoşînê di nava gelê me de geş bibe."  
 
'Her mirovek pêwîst e bi rengê xwe xwedî li axa xwe derbikeve'
 
Endamê koma Botan hunermend Danîş Botan di destpêka axaftina xwe de êrîşên dewleta tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kir  û wiha got: "Tevgera Çand û Hunerê bê teredud  berhemên xwe ji bo rihê têkoşînê afirandin. Şerê ku li hember civaka me tê kirin li hemberî çanda me jî tê kirin. Em xwedî îrade, bawerî û zanisteke têr û tije ne. Her mirovek pêwîst e bi rengê xwe xwedî li axa xwe derbikeve."   
 
'Li kêleka xebatê çandê me çek hilgirt û parastina taxên xwe kir' 
 
Danîş destnîşan kir ku tevî xebatên xwe yên çandê taxa xwe jî diparastin û wiha dirêjî da axaftinê xwe: "Di nava rewşa dijwar de, li kêleka gotina stranên xwe me taxên xwe jî parastin. Carekê me çek hildigirt û carekê me stran digotin. Wijdan û exlaqê me tehemûl nake ku axa me were dagirkirin û em temaşe bikin. Weke  hunermend erka me ye ku em parastina çand û axa xwe bikin."
 
'Yekîtiya Gelê Kurd têkbirina  dagirker û dijmina ye'
 
Endama beşa govend û şano ya Tevgera Çand û Hunerê, Kurdistan Mihemed bang li yekîtiya kurdan êm li her çar parçeyên Kurdistanê kir û wiha dewam kir: "Wek beşa şanoyê me li ser yekîtiya Kurdan li hember dijmin û avakirina yekîtiyê, şanoyek amade kir. Şanoya me jî ji temeşevana re diyar dike ku ger kurd yek bin wê tu hêz nikarîbe welatê wan dagir bike. Em bang li kurdên her çar parçeyên Kurdistanê dikin ku yekîtiya xwe ava bikin û pilanên dagirkeran têk bibin."  
 
'Em ê xemla welatê xwe bi serkeftina rengîn bikin'
 
Endama koma Nûpelda ya govendê Diyarî Berho rola xwe di  nava tevgera çand û hunerê de wiha anî ziman: "Ez wek  ciwan li  ser amûra Gîtarê dixebitim. Gelek awazên cuda ji min hatin xwestin, bi taybet di nava şerê berxwedana rûmetê de.  Çand û Hunera  me gelek berhemên cuda pêşkêş kirin. Zemanê me kurt bû, ji bo wê heta ku ji min  hat xwestin min bi lez nota ezber dikir. Em ê xemla welatê xwe bi serkeftinê rengîn bikin."