Li Amedê dema binçavkirina 21 kesî dîsa hat dirêjkirin

  • 15:42 17 Kanûn 2019
  • Rojane
AMED - Li Amedê 21 kesên hatibûn binçavkirin dema binçavkirina wan cara duyem hat dirêjkirin. 
 
Li gundên navçeyên Rezan, Peyas û Çinarê yên Amedê di çarçoveya lêpirsînek ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve hatibû destpêkirin 21 kes di 82ê kanûnê de hatibûn binçavkirin. Kasim Eken (40) ku astengdarê zîhnî ye piştî 5 rojan hatibû berdan. Hat gotin 21 kesên 10 roj in li Miduriyeta Polîsan a Amedê tên ragirtin tundî û îşkence li wan hatiye kirin. Hat zanîn ku dema binçavkirina 21 welatiyan 4 rojên din jî hatiye dirêjkirin.