Li Bedlîsê û li Mêrdînê qedexeya derketina derve
- 11:27 17 Kanûn 2019
- Rojane
BEDLÎS / MÊRDÎN - Li Bedlîsê walîtiyê li 46 gund û gundikan qedexeya derketina derve îlan kir û li Mêrdînê jî li Dêrikê û li Şemrexê li du gundan qedexeya derketina derve hat îlankirin.
Li 46 gundên girêdayî navenda Bedlisê qedexeya derketina derve hat îlankirin. Walîtiya Bedlisê, têkildarî qedexeyê daxuyaniyeke nivîskî weşand û ragihand ku li 46 gundên girêdayî navenda Bedlîsê heta fermana duyemîn qedexeya derketina derve hatiye îlankirin. Walîtiyê destnîşan kir ku dê çarçoveya qedexeyê de mafê perwerdeyê yê xwendekaran û saetên xebata karmendan neyên sînordarkirin.
Herwiha Walîtiya Mêrdînê jî li 2 gundên navçeya Dêrik û Şemrexê yên Mêrdînê qedexeya derkedtina derve îlan kir. Walîtiyê li Gunde Şêbê yê Şemrexê û Gundê Şêb a Jêr a Derikê qedexeya kolanan îlan kir. Walîtiyê daxuyanî da û diyar kir ku li van herdu gundan qedexe hatiye îlankirin û operasyona leşkerî hatiye destpêkirin.