Hevşaredarên Gimgimê û Kopê hatin binçavkirin
- 09:48 17 Kanûn 2019
- Rojane
MÛŞ - Hevşaredarên Gimgimê Ulku Karaaslan û Mahmût Yalçin û Hevşaredarên Kopê Eylem Sarûca û Adanan Topçû hatin binçavkirin.
Li navçeyên Mûşê hevşaredarên HDP’yî hatin binçavkirin. Polîsan serê sibêhê bi ser malên Hevşaredarên Gimgimê Ulku Karaaslan û Mahmût Yalçin û Hevşaredarên Kopê Eylem Sarûca û Adanan Topçû de girtin û ew binçavkirin.
Polîsan di heman kêliyan de avahiyên şaredariyan jî dorpêç kirin. Piştî lêgerîna li malan hevşaredaran birin avahiyên şaredariyê û ji wir jî birin midûriyetê ewlehiyê.
Li avahiyên her du şaredariyan jî lêgerîn didome.