'Pirsgirêkên TOKÎ'yan nehatin çareserkirin'

  • 09:16 17 Kanûn 2019
  • Rojane
ŞIRNEX - Piştî qedexeya derketina derve ya li Şirnexê gelek avahî hatin hilweşandin, li şûna xaniyên hatin hilweşandin TOKÎ hatin avakirin. Lê malbatên ku di TOKÎ'yan de bi cih bûn bi pirsgirêkên dijwar re rûbirû man.
   
Li Şirnexê piştî qedexeya derketina kolanan li taxên Gazîpaşa, Yeşîlyurt, Îsmetpaşa, Dîcle, Cumhuriyet, Yenîmahalle û Bahçelîevler bi hezaran xanî û cihên kar hatin hilweşandin. Di derbarê 500 malan de biryara rapora saxlembûnê hatibûn dayîn. Lê hemû bi talîmata Wezîrê Bajarsazî û Hawirdor û Waliyê ve hatibûn hilweşandin. Li şûna xaniyên hatin hilweşandin TOKÎ hatin avakirin. 6 hezar û 500 xanî û hezar cihên kar hatin çêkirin. 
 
Xaniyên ku ji bo malbatan hatine çêkirin teslîmê hin malbatan kirin. Malbatên ku di TOKÎ'yan de bi cih bûne ji ber ber kêmasî û pirsgirêkan nerazîbûnên xwe anîn ziman. Malbatan, anîn ziman ku ava vexwarinê û gaza xwezayî nîne û her wiha faturayên ceyranê jî gelek zêde tê. 
 
'Em ji neçariyê hatin'
 
Jina bi navê Remziye Hazar a ku berê xaniyê wê li taxa Gazîpaşayê bû, piştî ku xaniyên wan hatin hilweşandin şûna wan TOKÎ hatin çêkirin. Remziye ya ku ev nêzî mehekê ye li TOKÎ'yan dijî wiha got: "Xaniyên me berê li taxa Gazîpaşayê bû û di dema qedexeyan de xaniyên me hemû hatin hilweşandin. Em jî neçar man ku ji taxê derbikevin. Lê niha şûna xaniyên me TOKÎ hatin çêkirin. Em nêzî meheke li TOKÎ'yan dijîn. Ev ji neçariyê hatin TOKÎ'yan."
 
'Pirsgirêk nehatin çareserkirin'
 
Remziye, di berdewamiya axaftina xwe de got gelek kêmasiyên TOKÎ'yan hene û wiha qala kêmasiyan kir: “Ji ber zivistanê em gelek pirsgirêkan dijîn. Derî û paceyên TOKÎ'yan ne baş hatine çêkirin û ji ber vê sedemê jî xanî gelek sar dibin. Tişta herî girîng jî nekişandina gaza xwezayî ye. Em nikarin tiştek jî bikin. Em nikarin li malê xarinek jî çêkin. Ava germ nîne. Rayedar gotin dê di nav hefteyek de pirsgirêk dê bên çareserkirin lê belê mehek derbas bû. Her wiha li gel pirsgirêkan fatureyên av û ceyranê jî ji me re dişînin û bûhayên van jî pir zêde ne."
 
‘Êdî cîrantî jî nema ye' 
 
Remziye, di dawiya axaftina xwe de got xaniyên wan ên berê gelek baş û xweş bûne û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Dema xaniyên me hebûn tu pirsgirêkên me tunebûn. Niha hemû tişt li me hatiye qedexekirin. Êdî wekî berê cîrantî nemaye. Em niha kesên ku di van avahiyan de dijîn nas nakin. Ji ber ku hemû xerîbin. Lê berê me hemû cîranên xwe nas dikir."
 
'Pirsgirêkên tokiyan naqedin!'
 
Jina bi navê Ayşe Îdîn jî bi lêv kir ku piştî xaniyên wan hatine hilweşandin şûnde di xaniyên kire de bi cih bûne û gelek zehmetiyan kişandine û got: "Em 4 salan di kireyan de man. Ev nêzî du meh in jî em hatin li van TOKÎ'yan bi cih bûn. Niha jî em bi pirsgirêkên dijwar re rûbirû ne. Niha gaza xwezayî nîne û em nikarin xwarin çêkin, em nikarin cil û bergê xwe bişon. Her wiha ji ber ku qatên jorê şil dibin û xaniyên me jî şil dibin. 
 
‘Me gelek bêriya jiyana xwe ya berê kiriye’
 
Ayşe, qala jiyana xwe ya berê kir û wiha dom kir: "Jiyana me ya berê xweştir bû. Berê cîrantî hebû. Lê niha cîrantî nemaye. Her wiha zarokên me nikarin bi rihetî li kolanan bilîzin. Êdî tiştek ne wekî berê ye. Em niha di nav van qafesan de hatine xepskirin. Her wiha herî zêde polîs û leşker li TOKÎ'yan hatine bi cih kirin."