Li Minbicê semînera 'Ji tundiya Ii dijî jinan re na' hat lidarxistin

  • 16:50 16 Kanûn 2019
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Yekîtiya Rewşenbîran a Minbic û Gundewarên wê têkildarî tundiya ku li dijî jinan tê kirin, bi sernavê 'Ji tundiya Ii dijî jinan re na' hat li dar xist.
 
Semîner li Buroya Mihemed Minle Xezîl a li ser rêya Helebê, bi beşdarbûna endamên saziyên sivîl ên girêdayî Rêveberiya Sivîl a Demokratîk, hat lidarxistin.
 
Di destpêka semînêrê de, deqeyekê rêz hate girtin. Piştre Hevseroka Komîteya Têkiliyên Civakî ya girêdayî Rêveberiya Sivîl a Minbic û Gundewarên Wê Zehîde Îshaq, destnîşan kir ku doza jinan gelekî girîng e, di dema serweriya DAIŞ'ê de, jin li sûkan dihatin kirîn û firotin.
 
Zehîde Îshaq diyar kir ku jin her tim bûne qurbaniyên şerên ku li herêmên wan, tê qewimandin û mînaka herî şênber jî kuştina sekretera giştî ya Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Hevrîn Xelef e. Her wiha li herêmên dagirkirî, jin ji aliyê dagirkeran ve rastî her cureyên tundiyê tên.
 
Semînerê bi nîqaşan berdewam kir. Her wiha sînevîzyonek der barê zewicandina di temenê biçûk de û mehrûmkirina zarokên keç ji zarokatiya wan, hat nîşandan.