Bi hezaran mamoste û şagirt li dijî êrîşan daketin qadan

  • 16:32 16 Kanûn 2019
  • Rojane
KOBANÊ - Mamoste û xwendekarên Kantona Kobanê li dijî êrîşên dewleta tirk û hevkarên wê yên li ser herêmên Bakurê Suriyeyê, meşek girseyî li dar xistin.
 
Li dijî êrîşên dewleta tirk û hevkarên wê yên li heremên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê mamoste û xwendekarên Kobanê bi dirûşma "Civaka navneteweyî di guhertina demografî û komkujiyên li dijî zarokên me û malbatên me yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de nebin hevkar" herikîn qadan. Meş ji destpêka rêka şehîd Sariya Ozgur dest pê kir û li qada jina azad rawestiya. Di meşê de alên KPC-D, wêneyên komkujiya Til Rifetê, pankartên bi nivîsa "Ji guherîna demografiyê re na", "Pêşeroja me tarî nekin", "Em hemû QSD ne QSD zarokên me ne" û "Em ê li dijî her peyameke ku hebûn, rûmet û nasnemeya me armanc digirin li ber xwe bidin"  hatibûn hildan. 
 
'Bi berxwedanê em ê bi ser bikevin'
 
Paşê li ser navê Meclîsa Perwerdeyê ya Kobanê Cumana Misko axivî û wiha got: "Dagirkeriya dewleta tirk û çeteyên wê yên li ser herêmên Bakur Rojhilatê Suriyeyê û guherîna ku niha li Kantona Girê Spî û Serêkaniyê tên kirin û kiryarên dewleta tirk ên hovane didomin. Em bi hezaran mamoste û şagirt bi yek dengî dibêjin em dagirkeriyê qebûl nakin. Em ê her tim li qada bin."
 
'Em dev ji axa xwe bernadin'
 
Li ser navê Desteya Perwerdeyê Xalid Cerade bal kişand ser koçberiyê û wiha pê de çû: "Di êrîşên dewleta tirk û çeteyên wê de yek ser mal û milkên gel hatin talankirin. Dewleta tirk û çeteyên wê gelek komkujî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk anî. Em komkujiya Til Rifatê şermezar dikin. Banga me ji mafê mirovan û kesên azadîxwaz heye ku mafên mirovan biparêzin û li dijî qirkirina dewleta tirk rabin."
 
Meş bi dirûşma "Bijî berxwedana QSD'ê" bi dawî bû.