Parêzerên jin dê derbarê dozger de serlêdana sûc bikin

  • 16:08 16 Kanûn 2019
  • Rojane
ÎZMÎR - Parêzerên Jin ên OHD'yî dê der barê dozgerê ku li doza tecawizê dinêrin serlêdana sûc bikin. Parêzerên jin, piştî Ç.B. ya rastî tecawizê hat û Dozgera Komarê ya Enqereyê Yeter Gumuş got “Çima ez rastî tecawizê nayêm" dê li HSK’ê giliyê sûc bikin. 
 
Parêzerên Jin ên endamên Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) ya Îzmîrê, dê derbarê dozger de serlêdana sûc bikin. Bêtar Ç.B. a li Nexweşxaneya Ajalan a VCOM'ê kar dikir, di 3'ê Nîsanê de rastî êrîşa zayendî hatibû. Di lêpirsînê de Dozgera Komarê ya Enqereyê Yeter Gumuş, di lêpirsînê de ji Ç.B., re gotibû: "Ez jî jin im. Tu jî jin e. Ez çima rastî tecawizê nayêm. Tu çima rastî tecawizê tê?" Parêzerên Jin li pêş Edliyeya Îzmîrê daxuyanî dan. 
 
Jinan beriya daxuyaniyê pankarta “Em Ne Edaleta Mêr, Em Edaleta rastîn dixwazin" vekirin û dirûşmeyên “Ser negire, netirse, darizîne", “Tuyê carî bi tenê nameşe" û “Cînayetên jinê polîtîk in" berz kirin. 
 
Endama Komîsyona Jinan a Şaxa OHD'ê ya Îzmîrê Prz. Leyla Çelîk, bal kişand ser pirsên Dozgera Komarê Gumuş ên ji mexdûr Ç.B. pirsîne û wiha got: "Bi van pirsan mexdûr bêtir kêm xistiye. Piştî Gumuş lêpirsîn kir, di 22'ê gulanê de şikdarê girtî Hasan Bilgîlî serbest hatiye berdan. Leyla, anî ziman ku wekî parêzerên jin vê helwesta dozger qebûl nakin û xwest hemû saziyên dewletê û daraz ji bo parastina mafê jiyanê yê jinê xwedî helwest bin. 
 
Leyla, anî ziman uk dê der barê Dozger Yeter Gumuş de ji ber vê helwesta wê serî li HSK’ê bidin û serlêdana sûc bikin.