Şêniyên Dêrikê 4 têkoşerên azadiyê oxir kirin

  • 14:50 16 Kanûn 2019
  • Rojane
QAMIŞLO - Şêniyên bajarê Dêrikê 4 têkoşerên azadiyê bi merasîmek girseyî oxir kirin.
 
Şêniyên bajarê Dêrikê ya girêdayî Kantona Qamişloyê 4 têkoşerên azadiyê yên ku di berxwedana rûmetê de jiyana xwe ji dest dan, bi merasîmek girseyî li Goristana Şehîd Xebat Dêrikî oxir kirin.
 
Navên tekoşerên azadiyê wiha ne: Bagir Tiraxî, Rêber Bokan, Zerdeşt Germiyanî û Navdar Kerkûk.
 
Piştî deqeyek rêzgirtin ji bo pakrewanên azadiyê, li ser navê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Ebd Elkerîm Sarûxan sersaxî ji hemû malbatên tekoşeran re  xwest û got: "Em sersaxî ji gelê xwe re dixwazin. Zarokên me ji bo axa xwe canê xwe feda kirin. Xwesteka şehîdan yekîtiya gel û parastina axê bû. Em soz didin têkoşeran em ê axa xwe biparêzin û yekbûna xwe xurtir bikin."
 
Di dawiyê de nasnameya têkoşeran hat xwendin. Merasîm bi tîlîlî û dirûşma "Şehîd namirin" bi dawî bû.