Jin li dijî fetwayê ketin nav liv û tevgerê

  • 14:09 16 Kanûn 2019
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Seroka Rêxistina Dabîn ya Geşepêdana Demokrasî û Mafê Mirovan, Dilsoz Zengene da zanîn ku duh carek din bê rêzî li hemberî jinan hat kirin. Dilsoz destnîşan kir ku heta lijneya fetwayan lêborînê bixwaze ew ê di nava liv û tevgerê de bin.
 
Encûmena Bilind a Fetwa ya Yekîtiya Alimên Îslamî ya Herêma Kurdistanê têkildarî liv û tevgera jinan a bi tenê ku di 4’ê kanûnê de fetwayeke derxistibû, gelek bertek û nerazîbûn bi xwe re anîn. Ji bo paşdekişandina fetwayê ku gelek hewldan çêbûn, têkildarî mijarê duh Lijneyeke Jin li Parlamentoyê bi Yekîtiya Alimên Îslamî ya Herêma Kurdistanê re civiyan.
 
Seroka Lijneya Jinan piştî civînê daxuyaniyek da û gotin: “Piştî civînê em gihiştin wê encamê ku divê li gel Yekîtiya Aliman bi taybet têkildarî pirsgirêkên jinan di navbera me de hê zêdetir yekîti hebe.” Piştre serokê Yekîtiya Aliman Ebdulla Weysî, sazî û dezgehên ragihandinê rexne kir û wiha axivî: “Mixabin dezgehên ragihandinê xwendineke pir bi pirsgirêk ji bo vê daxuyaniyê dan.”
 
'Em bêdeng nabin'
 
Li ser vê yekê seroka rêxistina Dabîn ya Geşepêdana Demokrasî û Mafê Mirovan Dilsoz Zengene ji Rojnews re axivî û wiha got: “Carek din duh bê rêzî li dijî jinan hate kirin. Di daxuyaniya duh de hate gotin ku jinan bi başî fetwayê nexwendine û nikarin bi kûrî li mijarê temaşe bikin.” Dilsoz di dewama axaftina xwe de bal kişand ser axaftina serokê Yekîtiya Aliman Ebdula Weysî û wiha axivî: “Parlamento, mamostayên zanîngehê û çalakvanan nezanîn ku ev ne fetwaye, zelal kirine. Ji bo civakê her tişta ku ji lijneya fetwa derbikeve, fetwaye û bawerî pê tê kirin.” Dilsoz di dewamê de helwesta lijneya jinan ya parlamentoyê jî rexne kir û wiha bilêv kir: “Pêwîst bû mafê jinan parastiban, lê desthilata wan nîne ku parastinê bikin û daxwaza hilweşandina fetwayê bikin.”
 
Dilsoz da zanîn ku ew dev ji vê mijarê bernadin û ew ê lijneya fetwayan neçar bikin ku bila lêborînê bixwazin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Tê payîn li ser vê mijarê em civînek lidarbixin, em ê di civînê de pêşniyaran werbigirin û mijarê guftugo bikin.”