Rojnameger Rojîn Ferho xelata Belgodysseeyê girt

  • 13:07 16 Kanûn 2019
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Jina Kurd Rojîn Ferho, layikî Xelata Mezin ya Rojnamevaniyê ya Kraliyeta Belçîka Belgodyssee hate dîtin.
 
Weqfa Kralê Belçîka Filip, bi desteka  Radyo-Televîzyona VRT û RTBF ya Frensîzî, her sal xelatê dide rojnamevanên serketî. Jina Kurd Rojîn Ferho, li Zanîngeha Brukselê  Fakulteya, pola dawî ya rojnamevaniyê dixwîne, ji bo televizyonê bernameyeke, bi navê “ jiyana xwezayî û civakî”  amade kir a xelata mezin girt. Weqfa Kraliyeta Belçîka, îsal jî, Rojîn Ferho û hevalên wê  layikî xelata prestijê ya weqfê  dîtin. Merasima xelatdayinê, li Saraya Kraliyetê hate li dar xistin. Kralê Belçîka Philps, di 11ê kanuna 2019'an de,  ligel hevalên Rojîn Ferho yên rojnamevan,  xelat radestî keça Kurd Rojîn Ferho kir. Rojîn Ferho, di merasimê de kêfxweşiya xwe anî ziman û got: "Cihan  dibin zext û zorek mezin de ye. Ji ber xelatê ez gelekî kêfxweş im. Ev xelat, ji bo min û hevalên min moralekî mezin e. Rojnamevanî karekî giran e, lê girîng e." 
 
Rojînê,  diyar kir ku ew  bi zimanê Flemanî dixwîne û ligel rojnamevan Gijs Ramboer karê xwe dimeşîne û wiha lê zêde kir: "Ji bo desteka rojnamevanê şer hempîşeyê me Rûdî Vranckx jî em ssas dikin. Ez bi taybetî bi Rojhilata Navîn re mijûl dibim. Li Rojhilata Navîn gelên bindest hene û herêmn serbixwe hatine avakirin, lê islamîstên tundraw êrîşî wan herêman dikin, lewma bala min dikişîne. Belkî  ez kurd im û gelê kurd jî dibin zext û zorek mezin de ye, lewma bala min dikişîne. Ez spasî Kraliyetê, saziyên medya ku  her sal vê xelatê didine rojnamavenan dikim. Xelat ji bo min serbilindî ye û moralekî mezin da min û hevalên min."