Ji bo nexweşên girtî qert hatin şandin

  • 12:55 16 Kanûn 2019
  • Rojane
STENBOL - Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê di çarçoveya "Roja 10-17'yê Kanûnê Hefteya Mafên Mirovan" de ji girtiyên nexweş re qert şand. 
 
Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) di çarçoveya "Roja 10-17'yê Kanûnê Hefteya Mafên Mirovan" de, li PTT'a Taskima Beyoglu ya Stenbolê ji girtiyên nexweş re qert şand. Endamên ÎHD'ê li PTT'ê di heman demê de pankarta bi nivîsa "Bila girtiyên nexweş serbest bên berdan" hilgirtin. 
 
Sekretera Şaxa ÎHD'a Stenbolê Leman Yurtsever bal kişand ser girîngiya çalakiya ku pêk anîn û wiha got:"Ji bo me piştevaniya bi girtiyan re girîng e. Loma em li vir kom bûn û me ji girtiyên nexweş re qert şand."
 
Piştî axaftinê ji girtîgehên wekî din re qert hat şandin.