Li ser Google herî zêde 'Turkey Kurd' hatiye pirsîn

  • 12:37 16 Kanûn 2019
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Motora lêgerînê ya herî mezin a cîhanê Googleyê. Google daneyên xwe ya îsal aşkera kir û li gorî daneyan welatê ku herî zêde kurd meraq kirine Amerîka ye.
 
Motora lêgerînê ya herî mezin a Cîhanê Google daneyên xwe yên sala 2019'an aşkera kir. Li gorî van daneyan welatê ku herî zêde kurd meraq kirine û li wan geriyane Amerîka ye. Peyva “Kurds (Kurtd)" di cîhanê de herî zêde li Washingtonê populer bûye. Bi dorê bajarên mîna Yonkers, Los Angeles, Chîcago, Phîladelphîa, New York, Toronto, Sydney, Londra, Melboûrne û Steanbolê Washingtonê şopandine. 
 
Di lîsteyên pirsên ku li ser Google hatine kirin de herî zêde “Turkey Kurds” derketiye pêş û di pey de jî “who are the kurds”. Li gorî salên borî, di sala 2019'an de gelek kes peyvên mîna  kurd, Kurdistan û Rojava geriyane û xwestine derbarê kurdan de bibin xwedî agahî. Ev rêje ji salên borî gelek zêdetir e.