Star FM deng û rengê jinên Rojava ye

  • 10:50 16 Kanûn 2019
  • Rojane
QAMIŞLO -  Bi minasebeta 2’yemîn salvegera radyoya Star FM, xebatkarên jin ên radyoyê li bajarê Tirbespiyê şahiyek li dar xistin. 
 
Radyoya Star FM di 15'ê kanûnê de dest bi weşana xwe kir. Di navbera 2 salan de radyo bi weşana xwe hezkirineke mezin derxist holê. Armanca vekirina vê radyoyê ew e ku têkoşîna jin û vîna wê bi rengekê xwe yê rast ji tevahî guhdarvana re were pêşkêşkirin. Bi minasebeta salvegera avakirina radyoyê de xebatkarên jin ên radyoyê li navçeya Tirbespiyê ya Kantona Qamişlo şahiyek li dar xistin. Şahî bi tevlîbûna bi dehan ji endamên sazî û rêxistinên jin pêk hat. Di nava şahiyê de jinan kêfxweşiya xwe bi vekirina radyoyê anîn ziman.
 
Di destpêka weşana vê radyoyê de, bi hin berhemên biçûk û nûçeyan dest pê kir. Radyo bû dengê jinê. Di nav du salan de berhemên dewlemend bi xwe re anîn. Nûçe bi sê zimana tên pêşkêşkirin ji bilî bernameyên jiyanê, siyasî, zarok û pêşpirk jî di nav weşana radyoyê de cih xwe girtin. 
 
Herî dawiyê beriya salekê malpera xwe ya fermî ku nûçe û dîmenan têde diweşînin, li ser malperên tevna civakî dan çêkirin. Radyoya Star FM xweşikbûna jin a di nava jiyanê de ye.