‘Li girtîgehan hezar û 334 girtiyên nexweş nagihêjin mafên xwe yên tenduristiyê’

  • 09:07 16 Kanûn 2019
  • Rojane
ENQERE - Endama MYK ÎHD’ê Nuray Çevîrmen diyar kir ku li girtîgehan hezar û 334 girtî nexweş in û got: “Hinek pirsgirêkên ji ber 3 protokolan pêk tê hene. Di sewqkirinên ji girtîgehan heta nexweşxanê ewlehiya derve teslîmê cendermeyan tên kirin. Dibêjin hejmara personelan ‘kêm e’ û sewqkirinê nake. Ji ber zû nayên sewqkirin jî nexweşî pêş dikevin.”
 
Li girtîgeha Tîpa T ya Rihayê girtiya bi navê Emîne Aslan ku nerehet dibe û radikin nexweşxanê jiyana xwe ji dest dide. Tevî ku Emîneyê pisgirêkên cidî yê tenduristiyê dijiya, mafê wê yê dermankirinê hat astengkirin. Di gurçikên Emîneyê de tumor hebû û di 10 rojan de 4 caran emeliyat bibû. Piştî Emîne Aslan ya 64 salî jiyana xwe ji dest da şûnde rewşa girtiyan dîsa hat rojevê.
 
Hezar û 334 girtiyên nexweş hene
 
Li gorî daneyên Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) li girtîgehên Tirkiyeyê ku 220 hezar kapasîteya wê heye niha 280 hezar girtî hene. Ji van 457 heb jê giran, bi giştî hezar û 334 girtiyên nexweş hene. Ji sala 2017’an heta 6’ê cotmeha 2019’an 44 girtî li girtîgehan jiyana xwe ji dest dan. Endama Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) ya ÎHD’ê, Nuray Çevîrmen, der barê rewşa girtiyan de nirxandin kir.
 
‘Nexweş nayên dermankirin’
 
Nurayê destnîşan kir ku li girtîgehan her cureyê binpêkirinên maf tên jiyîn û ev binpêkirin zêde ji aliyê raya giştî ve nayên zanîn û got: “Girtîgeh qadên ku zêde bala civakê nakşînin. Li girtîgehan mirov bi qedera xwe re tenê hatine hiştin. Gelek nexweş hene. Dermankirina wan qels tê kirin. Ji ber 3 protokolî pisgirêk tên jiyîn. Di sewqkirinên ji girtîgehan heta nexweşxanê ewlehiya derve teslîmê cendermeyan tên kirin. Dibêjin hejmara personelan ‘kêm e’ û sewqkirinê nake. Ji ber zû nayên sewqkirin jî nexweşî pêş dikevin.”
 
‘Rewşa wan cidiye’
 
Nurayê bi lêv kir ku hefteyek berê girtiyekî nexweş ji wan re nameyek şandiye û got: “Behsa nexweşiyeke normal dikin lê hefteyek şûnde di testên tên kirin de derdikeve holê ku nexweşiya pençeşêrê ya pêş ketiye. Ev rewşeke gelek cidiye. Ligel pirsgirêkên jiyanî, li girtîgehan pirsgirêkên peydakirina ava paqij, nebûna derfetên paqijiyê û pirsgirêkên psîkolojîk yên girtiyên ji malbatên xwe dûr tên jiyîn û ev jî nexweşiyan zêdetir dikin. Dema dirêj ya li girtîgehê jî rewşa tenduristiya mirovan bi awayekî cidî bandor dike.”
 
‘Ji bilî kapasîta girtîgehan 66 hezar girtî hene’
 
Nurayê di berdewamiyê de daxuyakirin ku kapasîta girtîgehên li Tirkiyeyê 220 hezar e lê niha li girtîgehan nêzî 290 hezar girtî heye û ji bîlî kapasîteya girtîgehê 66 hezar girtî li girtîgehan e.
 
Doktor û xebatkar kêm in
 
Agahiyên ku ÎHD’ê der barê girtiyên nexweş de parvekirine wiha ne: "Koguş gelek qerebalix in. Mafê xwe gîhandina tenduristiyê tê astengkirin. Dermankirina bi kelepçe tê ferzkirin. Dereng derdixin revîrê. Sewqkirinên ji bo nexweşxaneyê dereng tên kirin. Li nexweşxaneyan hejmara doktor û xebatkarkên tenduristiyê kêm in. Girtiyên ku nikarin hewcedariyên xwe pêk bînin di hucreya yek kesî de girtin.