Siham Qeryo: Astana bêvexwendina Rêvberiya Xweser dê bê encam be

  • 09:04 16 Kanûn 2019
  • Rojane
Ronîda Hacî
 
HESEKÊ - Endama Rêveberiya Partiya Yekîtiya Jinên Suryan Siham Qeryo teqez kir ku armanca Rêveberiya Xweser parastina gel û herêmê ye û got: "Dagirkirina dewleta tirk projeya Rêveberiya Xweser hedef dike."
 
Bi boneya 4’emîn salvegera damezrandina Meclisa Sûriyê ya Demokratîk (MSD) komcivînek hat lidarxistin, di komcivînê de Endama Rêveberiya Partiya Yekîtiya Jinên Suryan Siham Qeryo nirxandin kir.
 
'Dagirkeriya dewleta tirk hebûna gelan hedef digre'
 
Siham Qeryo da zanîn ku êrîşên dewleta tirk a dagirker li ser herêmên Bakûr û Rojhilatê Sûriyê hebûna pêkhateyên herêmê hedef girt û wiha got: "Di navbera êrîşên dewleta tirk û komên girêdayî wê de tu ferq û cudahî tune ne. Hemû pêkhate hatin hedefgirtin û koçber bûn. Armanc dewleta tirk ji dagirkeriya ji Serêkaniyê û Girê Spî qirkirina gelê herêmê û  têkbirina projeya Rêveberiya Xweser e."
 
'Jin banga azadiyê dike'
 
Sihamê balkişand ser hedefgirtina jinan ji aliyê dewleta tirk û hevkarên wê  û wiha pêde çû: "Di Êrîşên dewleta tirk li ser herêmên Bakûr û Rojhilatê Sûriyê, îradeya jinan hat hedefgirtin, bi teybet jinên siyasetmedar.  Ji ber ku jin banga azadî û wekheviya gelan dike.  Jinên şervan  ji ber ku parastina civak û xaka xwe ji dagirkeriyê dikirin wekî dayika Eqîde dayika ku xwest alîkarî bide birîndaran û moral bide zarokên xwe yên şervan hatin hedefgirtin."
 
'Tu hêviya me ji Civîna Astana tune ye, wê bê encam be'
 
Sîhamê di derbarê civîna Astana de wiha  nêrîna xwe anî ziman: "Tu hêviya me ji civîna Astana tune ye, dagirkeriya dewleta tirk a xaka bakûr û Rojhilatê Sûriyê encama Civîna Astanayê ye, heta ku Rêveberiya Xweser di civîna Astanayê de neyê vexwendin dê krîza Sûriyê neyê çareserkirin û dê temenê wê were dirêjkirin û bê encam bimîne."
 
'Komplo li ser vîna gelan dewam dike'
 
Sîhamê  di dewamiya axaftina xwe de  behsa komploya ku li ser gelan tê meşandin kir û wiha dom kir: "Pilaneke dewletên navnetewî li dijî gelê Bakûr û Rojhilatê Sûriyê li ser pêkhateyên kurd, ereb, xirstiyan tê meşandin. Êrîşên 9'ê Cotmehê berdewamiya komploya 1999'an ku li ser Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan hate pêkanîn. Li hember van komployan bilindkirina yekîtî û têkoşîna gelan pêwist e."
 
'Pêwiste artêşa tirk ji xaka Bakûr û Rojhilatê Sûriyê derkeve'
 
Sihamê di dawiya axaftina xwe de bang li rêxistinên mirovî û saziyên mafên mirovan kir ku rê li ber dagirkeriya dewleta tirk bigrin  û wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Pêwîste dewleta tirk û komên girêdayî wê xwe ji xaka Bakûr û Rojhilatê Sûriyê bikşînin, ji ber ku dewleta tirk xaka Bakûr û Rojhilatê Sûriyê û ewlehiya herêmê hedef girt û bû sedema koçberiya bi hezaran ji gelê Serêkaniyê û Girê Spî."