'Xebatên jinê bi serkeftinê tacîdar dibin'

  • 09:03 16 Kanûn 2019
  • Rojane
Sara Şêx Hesen
 
HELEB - Jinên ku tevlî civîna salane ya komîna şehîd Şîlan bibûn axivîn û gotin: "Jinan bi kar û xebatên xwe ji cîhanê re îspat kir ku jin hêze û ya ku civakê bi rêve dibe jin e."
 
Bi armanca bi dawîbûna salê, Rêxistina Kongreya Star a Helebê bi komînan re civînên salane li dar dixin. Di civînê de kar û barên salane hatin nirxandin û amadekariyên sala nû tên kirin. Di civînê de bi dehan endamên komîn û Kongreya Star amade bûn. Jinên ku tevlî civîna salane ya komîna şehîd Şîlan bûne nêrînên xwe parve kirin.
 
'Xebatên jinê bi serkeftinê tacîdar dibin'
 
Rêvebera Kongreya Star a Helebê Hêvîn Silêman kar û barên salekê wiha nirxand: "Em weke Kongreya Star me xwest bi dawîbûna salê karê ku me meşandiye binirxînin û nebesiyên ku hatine jiyîn derbas bikin. Armanca me ya sereke ew e ku em binêrin ka pêşketinên jinê di çi astê de ne. Me divê salê de hemleyên cur bi cur dan destpêkirin û hîn jî didomin. Di hemleyan de gelek jin tevli çalakiyên me bûn û em bûn yek deng, armanca me ew e ku di sala nû de em zêdetir jinan tevlî kar û çalakiyan bikin. Li Rojavayê Kurdistanê jinan hêza xwe îspat kir û diyar bû ku jin civakê bi rêve dibe. Her wiha erka me hemû jinan e ku jinên êşê  dikşînin em xwe bigihînin wan. Xebatên jinê bi serkeftinê tacîdar dibin."
 
'Ya ku civakê bi rêve dibe jin e' 
 
Endama komîna şehîd Şîlan, Kurdistan Mihemed jî rewşa komînê nirxand û wiha got: "Em wek komîna jin piranî bi pêş ketin, bi pirskirêk û çareserkirina pirskirêkan re eleqeder dibin. Em îro rewşa jinê binirxînin, em ê bibîn ku jin gihîştiye astekê ku xwe û civaka xwe bi rêve dibe. Jinan bi kar û xebatên xwe ji cîhanê re îspat kirin ku jin hêze û ya ku civakê bi rêve dibe jin e. Hêviya me ew e ku nebesiyên hatine jiyîn derbas bikin û sala nû pêşketinên mezintir ava bikin. Her wiha hêviya me ew e ku sala nû dê bibe rizgarkirina jinan ji hişmendiya baviksalarî. "
 
'Em ê bi têkoşîna jinê dagirkeriyê têk bibin'
 
Endama komîna Şîlan, Nesrîn Hiso bal kişand ser karên jinan û wiha pêde çû: "Civîna me li ser esasê karên ku jinan meşandine ye. Di civînê de gelek pêşniyar hatin ku em bikaribin jinan li hev kom bikin û tevlî kar bikin. Şoreşa Rojava, şoreşa jinê ye, ji bo wê her dem serkeftî ye. Em hêvî dikin ku sala nû bibe sala rizgarkirina welat û dagirkeriyê li ser axa xwe têk bibin. Em ê bi têkoşîna jinê dagirkeriyê têk bibin."