Li Mûşê OHAL didome: Qedexeyên walî tenê ji HDP’ê re derbasdar in

  • 09:02 16 Kanûn 2019
  • Rojane
Zeynep Durgut 
 
MÛŞ - Li Tirkiyeyê û heremê ji roja ku OHAL hatiye rakirin heta niha qedexeyên walîtiyê bênavber didomin û bajar bi OHAL’ê tên rêvebirin. Ev qedexeye herî zêde jî ji HDP’ê re derbasdar in. Têkîldarî qedexeyên walîtiyê Hevseroka HDP’ê ya Muşê Aynur Sarica axivî. 
 
Li Tirkiyeyê di sala 2016’an de piştî darbeya leşkerî ya 15’ê Tîrmehê  Rewşa Awarte (OHAL) hat îlankirin. Piştî rakirina OHAL’ê di 17'ê tirmehê de qanûna ‘Piştî OHAL’ê ji serdema nû re amadekarî’ ji parlementoyê re hate pêşkeşkirin. Bi erêkirina vê qanûnê re erka waliyan hat berfirehkirin. Bi taybetî jî li bajarên wekî Wan, Colemêrg, Agirî, Bedlîs û Muş’ê polîtîkayên 'ewlehiyê' yên taybet hatin meşandin. Di vê çarçovyê de her ku OHAL hatiye rakirin  heta niha li Muşê qedexeyên walitiyê didomin û bajar bi qedexeyan tê rêvebirin. Der barê qedexeyên walîtiyê de Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Aynur Sarica axivî. Aynurê diyar kir ku  ji xeynî HDP’ê bernameyên tu partiyan nayên qedexekirin û got ku bajar bi polîtîkayên taybet tê rêvebirin. 
 
‘Qedexeyên li dijî HDP’ê nenaskirina vîna gel in’
 
Aynurê di berdewamiya axaftina xwe de bi lêv kir ku qedexeyên walîtiya tenê ji HDP’ê re derbasdar in û wiha axivî;” Li Muşê ji xeynî HDP’ê  xebat û bernameyên tu partiyan nayên qedexekirin. Lê her avetina gavek me û her pêkanîna xebatek me ji aliyê walî ve tê qedexekirin. Heta niha ji xeynî HDP’ê tu partî bi van qedexeyan re rû bi rû nemane. Dema ku qedexeyên walitiyê bi dawî dibin ji bo bernameyê em serî lê didîn lê li gel serîledana me walî bi lez û bez qedexeyan îlan dike. Ev qedexe tenê ji partiya me HDP’ê re derbasdar in. Avahiya me her roj di bin dorbêça polîsan de ye û kesên ku dikevin avahiya me di lêpirsîna nasnameyê re derbas dibin. Bi vê helwestê dixwazin çavê me bitirsînin. Li Muşê HDP partiya yekem e. Lê li gel vê gava em diavêjîn ji tê şopandin û dibe mijara lêpirsînê. Ev nêzîkatiye nepejirandina vîna gel e” 
 
‘Qedexe tenê ji bo HDP'ê tên îlankirin’
 
Aynurê anî ziman ku bernameyên wan ên 25’ê mijdarê jî hemû bi biryara walî hatin qedexekirin û got ku kî tevlî bernameyên me bibe yan tê binçavkirin û yan ji tê girtin û wiha dom kir;” Di demeke nêz de di çarçevoya xebatên 25’ê mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Ser Jinê ya Navneteweyî de belavokên ku me çap kirîn ji aliyê walitiyê ve hatin berhevkirin û belavkirina wan hate qedexekirin. Naveroka van belavokan jî li dijî tacîz,zayendperestî, tundî û bêedeletiyê bû. Bêgûman qedexekirina van bernameyan parastina kujerên jinan e. Li her deveran di çarçevoya 25’ê Mijdarê de jin li qadanin bûn, lê li bajarên kurdan ji ber ku bername HDP’ê amade kiribûn hemû çalakiyên me hatin qedexekirin. Ev qedexeya  ne tenê ji bo endam yan jî rêveberên HDP’ê di heman demê de kesên ku tevlî bernameyên me dibin ji yan tên binçavkirin û yan ji tên girtin” 
 
‘Em kesek jî  biminîn em ê têkoşîna xwe bidomînin’
 
Aynurê di dawiya axaftina xwe de der birî ku bajar kirine herêma taybet û da zanîn ku tevî hemû astengiyan û qedexeyan ew ê tekoşîna xwe bidomînin û wiha pê de çû;” Li Muşê bi taybetî xebatên jinan tên hedefgirtin û astengkirin. Ji ber mayindekirina qedexeyan êdî mirov nikare bi awayekî azad bigere. Ez dikarim bibêjim ku ji destê wan bê ji kurdî axaftina me û heta ku kurdbûyina me  wê qedexe bikin. Bi van pêkûtiyan bajar li mirovan kirine girtîgeh. Lê em vê yekê baş dizanîn ku rayedarên li Mûşê tên peyvirdarkirin taybet tên hilbijartin. Ji ber ku ew kesên heta niha hatine vir her tim bajar bi polîtîkayên taybet rêve birine. Ev nêzîkatî jî şêniyên bajêr tenê dihêle. Polîtîkayên em çawa dikarîn dengê HDP’ê qut bikîn tên meşandin. Lê ew astengiyan ji bixin pêşiya me û qedexe jî bikin em li vir in. Em tenê kesek jî  biminîn em ê têkoşîna xwe bidomînin. Em li vir inn û em ê tu carî ji  têkoşînê xwe gavê paş neavêjîn.”