'Zehmetî li pêşiya berxwedana me nabin asteng'

  • 09:01 16 Kanûn 2019
  • Rojane
Tolîn Elî
 
ŞEHBA - Jinên Efrînê yên ku li Kantona Şehbayê bi cih bûne, zehmetiyên ku di demsala zivistanê de li kampan dijîn wiha parvekirin: "Şêniyên Efrînê li kampan gelek zehmetiyan dijîn, lê belê li hember hemû zehmetiyan li ber xwe didin."
 
Du salin şêniyên Efrînê li Kantona Şehbayê li kampan dijîn. Jiyana li kampan gelek zehmetiyên wan hene. Yek ji wan zehmetiyên ku jinên Efrînê dikişandin jî şuştina cilan a bi destan  bû. Jinên ku di hemû demsalan de bi destan cil dişûştin gelek zor û zahmetî dikişandin. Lê belê di demên dawî de Rêveberiya Xweser ji bo alîkariya gel makîneyên cilan li kampan danîn. Têkîldarê mijarê jinên Efrînê nêrînên xwe parvekirin."
 
'Zehmetî li pêşiya berxwedana me nabe asteng'
 
Roz Menan balkişand ser zehmetiyên zivistanê û wiha pêde çû: "Piştî koçberbûna me ji Efrînê, em neçar man li kampan bijîn. Jiyana kampan di demsala zivistanê de gelek zahmet dibe.  Ji van zahmetiyan ya herî mezin jî di demsala zivistanê de şûtina cilan a bi destan bû. Ev du zivistan bû ku me cil bi destan dişoştin û ev ji bo me gelek zahmet bû.  Lê di despêka vê zivistanê de Rêveberiya Xweser alîkarî da û ji bo şêniyên li kampan makîneyên cilan anîn. Her sê, çar malbat makîneyeke cilan bi hev re bi kar tînin. Ev jî ji bo me dibe sedema zahmetiyan û demê, lê zehmetî li pêşiya berxwedana me nabe asteng."
 
'Di zivistanê de me gelek zehmetî kişand' 
 
Lîna Ebdo zehmetiyên ku li kampan dijîn wiha parvekir: "Piştî derketina me ji Efrînê, ji bilî konan tu cihê ku em biçinê tune bû. Me gelek zehmetî kişand û bi taybet di  demsala zivistanê de. Jinên kampê cilên zarokên xwe bi destan dişûştinn û wê jî zehmetî bi xwe re dianî. Wekî ku me bi destan cil dişûştin ne bes be, ji neçarî me  bi ava sar cilên xwe dişuştin. Lê destpêka vê zivistanê Rêveberiya Xweser alîkarî da me û ji bo me makîneyên cilan dişon anîn kampê. Her çend ku em du sê malbat bi dorê cilên xwe dişno jî ev ji bo me gelek başe û karê me hêsan kir.."