Hevşaredar Nikufer Elîk Yilmaz birin Edliyeyê

  • 16:34 15 Kanûn 2019
  • Rojane
MÊRDÎN - Hevşaredara Qoserê Nilufer Elîk Yilmaz ku qeyûm tayînî şûna wê hatibû kirin û beriya çend rojan hatibû binçavkirin, birin edliyeyê. 
 
Hevşaredara Qoserê Nilufer Elik Yilmaz ku ji aliyê Wezareta Karên Hundir ve qeyûm tayînî şûna wê hatibû kirin û di 12'ê Kanûnê de hatibû binçavkirin, piştî bidawîbûna îfadeyên wê yên li Miduriyeta Polisan a Mêrdînê, birin edliyeyê. 
 
Nilufer ji ber xebatên xwe yên hilbijartinê û Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) hatiye binçavkirin. 
 
Li aliyê din hat hînbûn ku alîkara Yilmaz, Dîlber Sûlhan jî ku pê re hatibû binçavkirin, duh êvarê pîştî îfadeyên wê yên li Miduriyeta Polisan a Mêrdînê temam bûne, hatiye berdan.