Kesên di operasyona 'Vegera Jiyanê' de hatin qetilkirin bi bîr anîn

  • 16:32 15 Kanûn 2019
  • Rojane
STENBOL - Kesên ku di 19'ê Tebaxê de di operasyona bi navê 'Vegera Jiyanê' ya li dijî girtiyan de hatin qetilkirin, li Stenbolê hatin bibîranîn. 
 
Di 20'ê Cotmeha 2000'an de li girtîgehên Tirkiyeyê, li dijî hucreyên bi "Tîpên F" û pêkanînên tecrîdê, greva birçîbûnê û rojiya mirinê hatin destpêkirin. Di 19'ê Kanûnan heman salê de li dijî 20 girtîgehan bi navê  'Vegera Jiyanê' de operasyonek hat destpêkirin. Di vê operasyonê de 2 jê leşker bi giştî 32 kesî jiyana xwe ji dest da û bi sedan kes jî birîndar bûn. 
 
Li Navenda Çandê ya Onder Babat ya li Taksîmê, ji aliyê şahid û mexdûrên komkujiyê ve bernameyeke bîranînê hat lidarxistin. Xizmên kesên ku di komkujiyê jiyana xwe ji dest dabûn û gelek nûnerên rêxistinên sivîl jî di nav de gelek kes tevlî bernameyê bûn. 
 
Li eywana ku bername lê hat lidarxistin, pankarta "Şehîdên 19-22'ê Kanûnê nemir in" hat daleqandin. û Bernameyê bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştî pêşandan sînevîzyonê, şahidê komkujiyê Tuner Tekîn û Murvet Kuçuk tiştên ku wê demê pêk hatin, vegot. 
 
Piştî axaftinan bername bi pirs û bersivan bi dawî bû.