Piştî gefa tecawizê xwar li ser bertekan îstifa kir

  • 16:22 15 Kanûn 2019
  • Rojane
AMED - Serokê Şaxa Hejmara 1 a Mêmûr Sen û Egîtîm Bîr Sen'ê ya Amedê Yûnûs Memîş ku navê wî bi tecawizê hatibû rojevê, ragihand ku îstîfa kiriye. 
 
Serokê Şaxa Hejmara 1 a Mêmûr Sen û Egîtîm Bîr Senê ya Amedê Yûnûs Memîş, ji peywirên xwe yên sendîkayê îstifa kir. Memîş daxwaznameya xwe ya îstifayê teslîmî Navenda Giştî ya Egîtîm Bîr Sen'ê kir û sedema îstifakirina xwe jî weke pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê nîşan da. 
 
Balkêş ev îstîfa piştî angaştên tecawizê yên derbarê Memîş de pêk hat. Hesabê bi navê “Betul Gulçîçek” beriya herfteyekê di 6'ê Kanûnê de li ser hesabê xwe yê Twîtterê daxuyandibû ku Memîş gefa tecawizê lê dixwe û derbarê wî de li Serodgeriya Komarê ya Amedê serlêdana sûc kiriye.