Muazzez Orhan a HDP'yî: Heta dawî li faşîzmê bê wê têkoşîna me bidome

  • 16:21 15 Kanûn 2019
  • Rojane
WAN - Di Konferansa HDP'ê ya bi dirûşma "Bi têkoşîna rêxistinkirî jiyaneke nû" ku li dar xist parlamentera HDP'ê ya Wanê Muazzez Orhan axivî û wiha got: "Em ê rêxistina xwe berfireh bikin û bi gelê xwe re faşîzma li ser Gelê Kurd û gelên din biqedînin."
 
Rêxistina Bajarê Wanê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi dirûşma "Bi têkoşîna rêxistinkirî jiyaneke nû" li Salona Eeren Oglu ya Dawetê konferan s pêk anî. Di konferansa ku li ser pêşerojê bi tevlibûn rêxistinên HDP'ê yên bajar û navçeyan niqaş hatin kirin de parlamentera HDP'ê ya Wanê Muazez Orhan axivî. Muazzez di destpêka axafitna xwe de kesên ku di serdema qedexeya derve ya sala 2015'an de jiyana xwe ji dest dan bi bîr anîn û li ser zextên li li dijî Gelê Kurd berdewam dikin nirxandin kir. 
 
'Ge Gelê Kurd 9 salin li dijî DAÎŞ'ê têkoşînê dide'
 
Muazzez diyar kir ku ew ê li bîranîn û têkoşîna kesên di rêya azadiyê de jiyana xwe ji dest dan xwedî derkevin û got ku di pêvajoyeke zahmet re derbas dibin. Muazzezê wiha berdewam kir: "Gelê Kurd ku ji bo demokrasiyê têkoşînê dide wê têkoşîna xwe li hemû qadan berdewam bike. 9 sal e gelên ku li Rojava bi hev re jiyanek ava kirine hedef tên girtin. Em bi îktîdareke ku DAÎŞ'a jinan qetil dike, difiroşe û tecwaizî wan dike tevdigere re rûbirû ne. Îtîfaka AKP - MHP'ê ya faşît êrîşên xwe yên li ser Gelê Kurd berdewam dike. Gelê Kurd bi berxwedana xwe ya li dijî DAÎŞ'ê ku li Rojava da derseke mezin da tevahiya cîhanê. Ji ber vê Kurdên ku li tu derê nedihatin nasîn bi vê têkoşînê mohara xwe li tevahiya cîhanê dan."
 
'Mirovên me hatin qetilkirin'
 
Muazzez serdema qedexeya derketina derve ya sala 2015'an û 2016'an bi bîr xitt û wiha berdewam kir:"Di 16'ê Tebaxa 2015'an de  11 bajar û 49 navçe hatin dorpêçkirin û mirovnên me hatin qetilkirin. Li ber çavê cîhanê komkujî pêk hat. Dozên piştî wan komkujiyan hatin vekirin hîna bi encam nebûne û daraz dixwaze ser vê hovîtiya hat kirin bigire .Tenê li Cîzîrê nêzî 292 jin û zarok hatin qetilkirin. Me cemîleya di sarincê de cenazeyê wê hat veşartin û dayika Taybet ji bîr nekiriye. Me ne Fatma, Sêvê û ne jî Pakîz û Azîz Yurtal ji bîr nekirin .Em soz didin em ê têoşîna wan bidomînin."
 
'Zîhniyeta Faşîst a Dewletê bi ser me de tê'
 
Muazzez Tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdulah Ocalan jî bi bîr xist û ev tişt ogt: "Greva birçîbûn ya li dijî tecrîdê hat kirin û Rojiya mirinê hîan di bîra gel de ye. Ger ku hûn gelekî bê rêber û pêşeng bihêlin hûn wî gelî tune dikin. Me got wekhevî wan qetil kir û tune hesibandin. Ev polîtîkayên faşîzan û dijmirovî hemû li dijî Gelê Kurd pêk hatin .Em dizanin ku em gelek tiştan 
 biguherin û ji ber vê AKP bi ser me de tê. Dixaze partiya me terorîze bike û pêşiya xebatên me bigirie."
 
Konferans piştre ji çapemeniyê re girtî hat berdewamkirin.