Li Mêrdînê dema binçavkirina 10 kesî hat dirêjkirin

  • 15:42 15 Kanûn 2019
  • Rojane
MÊRDÎN - Li Mêrdînê di nav de Seroka Odeya Tabîban a Mêrdînê Derya Etem, Endama Platforma Jinê a Şahmaran Emel Oran û Aktîvîsta TJA'yê Aysel Eroglu jî heyî dema binavçkirinê ya 10 kesên di bin çavan de hat dirêjkirin.
 
Di çarçoveya lêprisêna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Mêrdîn hat vekirin de di 11'ê Kanûnê de li navenda mêrdînê û li navçeyên wê Nisêbîn û Qoserê bi ser malan de hat girtin û di nav wan de Seroka Odeya Tabîban a Mêrdînê Derya Etem, Endama Platforma Jinê a Şahmaran Emel Oran û Aktîvîsta TJA'yê Aysel Eroglu jî heyî 10 kes hatibûn binçavkirin. Dema binçavkirinê ya kesên ku hatin binçavkirin careke din ji bo 4 rojan hat zêdekirin.
 
 Hat diyarkirin ku ji kesên hatine binçavkirin derbarê Civîna KCD'ê ya li Amedê di sala 2018'an de hat kirin pirs hatine pirsîn.