Partiya Pêşerojê ya Sûriyeyê li koçberiyê civîn li dar xist

  • 15:21 15 Kanûn 2019
  • Rojane
HESEKÊ - Partiya Sûriyê ya Pêşerojê ya Herêma Cizîrê civînek li ser Koçberiyê li dar xist.
 
Îro Partiya Sûriyê ya Pêşerojê bi dirûşma "Koçberiya bi zorê" li hola Nixbê a taxa Til Hecer a bajarê Hesekê civînek li dar xist. Di civînê de serok eşîrên ereban, rêveberên poartiyên siyasî û endamên saziyên civaka sivîl amade bûn. 
 
Civîn ji aliyê Berpirsyarê Navenda rêxistinê ya Partiya Sûriyê ya Pêşerojê Mihemed Salih Zobea ve hate birêvebrin.
 
Piştî bi deqeyek rêzgirtina ji bo pakrewanên azadiyê, Alîkarê Berpirsyarê Navenda Rêxistinî a Partiya Sûriya Pêşerojê Mihemed Salih Zobea teqez kir ku koçberî mafên mirovan ê xwezayî binpê dike û wiha  dewam kir: "Sîstemên desthildar li gorî berjewendiyên xwe tevdigerin, dewleta tirk û hevkarên wê dîroka wan bi dagirkerî û qetliyaman tujî ye. Ji Iskenderonê bigre heta bi Bab , Ezaz, Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî. Ji bilî qetilaman êrîşên Tirkieyeyê li ser van herêman bûn  sedema koçberiya bi hezaran ji sivîlan. Hemû jî li gorî berjewendiyên xwe dixwazin xaka me dagir kbikin û guhertinên demografîk çêbikin."
 
Mihemed di dawiya axftina xwe de got: "Koçberî hemû cûreyên tundiya li ser civakê hemêz dike, em bang li rêxistin û saziyên mafên mirovan dikin ku rê li ber êrîşan bigrin ji bo ku pêla koçberiyê bisekine.”
 
Paşê sinevîzyonek li ser jiyan û keda Şehîd Hevrîn Xelef hate pêşkêşkirin.
 
Civîn bi niqaşên li ser koçberiyê bi dawî bû.