TÛAY-DER: Em ê şodarên binpêkirina mafan bin

  • 15:10 15 Kanûn 2019
  • Rojane
AMED - TUAY - DER'ê di çarçoveya Hefteya Mafên Mirovan de daxuyanî da û bal kişand ser binpêkirina mafan a li girtîgehan.  
 
Komeleya Piştevaniya Malbatên Girtî û Hikumxwaran (TUAY-DER), têkildarî binpêkirina mafên mirovan ên li girtîgehan, li avahiya xwe ya Amedê civîneke çapameniyê li dar xist. Di civînê de Hevseroka TUAY-DER'ê Elîf Haran, axivî û diyar kir ku di hefteya mafên mirovan de gelek serlêdanên binpêkirinên mafên mirovan ji wan re hatine û ev tişt got: ''Rêgezên dewleta hiqûqê nadin ber xwe, berpirsiyariya mîsogerkirina maf û azadiyê ji zikmakî ve ku sedema hebûna hiqûqê ye, tê xwestin ku ji holê bê rakirin.''
 
Zext zêdetir dibin
 
Elîfê diyar kir ku binpêkirinên mafan êm li girtîgehan roj bi roj zêdetir dibin û ev tişt anî ziman: "Li Girtîgeha Tîpa M a Baybûrtê, Girtîgeha Tîpa L a Dîlokê, Girtîgeha Tîpa E ya Gumuşxaneyê û Girtîgeha Tipa T a Erzînganê me tespît kir ku gelek maf têne binpêkirin. Girtî li erdê radikevin, ava germ ji ser wan kêm dikin û gardiyan bi ser koxuşên girtiyan de digirin. Divê demildest dawî li zextên li ser rehîneyên siyasî were."
 
'Mafê wan ê hevdîtinê tê binpêkirin'
 
Di berdewemê de jî Elîfê destnîşan kir ku dema girtiyên nexweş radikin nexweşxaneyê an jî dadgehê, di birin û anînê de gardiyan girtiyan tacîz dikin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Dema hevdîtinê ya li gel malbatan jî gardiyan girtiyan tacîz dikin. Li Girtîgeha Tîpa L a Dîlokê bi hinceta 'cezayê disîplînê' ev 2 sal in nahêlin ku girtiyek malbata xwe bibîne. Li Erzînganê jî bi rengekî kêfî girtî li hucreyê têne girtin. Li Amedê jî îşkenceya cot kelemçeyê li girtiyan dikin."