Meslisa Jinên Sûriyê semînerek derbarê teknolojiyê de da

  • 13:46 15 Kanûn 2019
  • Rojane
KOBANÊ - Meclisa Jinên Sûriyê di derbarê bandora teknolojiyê li ser jinên ciwan de semînerek da.
 
Meclisa Jinên Sûriye ya Kobanê di derbarê bandora neyînî ya teknolojiya (internet) ser civakê û bi taybet li ser ciwanan, li navenda Meclîsa Jinên Sûriyêjê, bi tevlibûna jinên ciwan ên sazî û dazgehên di Rêveberiya Xweser de kar dikin, semînerek da. Semîner bi deqeyek rêzgirtina bîranîna pakrewanên azadiyê dest pê kir.
 
Semîner ji aliyê Endam Rêveberiya Meclisa Jinên Sûriye ya Kobanê Emel Ehmed ve hat dayîn. Emel  teqez kir ku bi rêya internetê netew-dewlet şerê taybet li ser civakê didin meşandin û got: "Bandora medyayên civakî weke whatsapp, facebook, instagram û tiwetter li ser civakê û bi taybet li ser ciwanan gelek zêde ye. Teknolojî dihêle ku mirov ji têkîliyên civakî qut bibe û çand û adetên civakê têk dibe. Di civaka me de jinên ciwan gelek zerar ji internêtê dîtine. İnternêt dibe sedema pirsgirêkan di malbatê de. Hatiye îsbatkirin ku her mirovekî/ê bê ku bizanibe heta niha 25 sal ji temenê xwe daye internêtê. Teknolojî cureyek ji şerê taybet e û dihêle ku mirov pê were girêdan. Pêwiste jinên ciwan xwe ji şerê taybet û bandora înternetê ya neyînî biparêzin."
 
Semîner bi nîqaşan bi dawî bû.