‘Heger em nebin yek em ê herin yek bi yek’
- 12:15 15 Kanûn 2019
- Rojane
QAMIŞLO - Yekîtiya Rewşenbîrên Herêma Cizîrê, derbarê geşedanên dawiyê li ser pêşketinên siyasî û yekîtiya kurdan panelek li dar xist.
Yekîtiya Rewşenbîrên Herêma Cizîrê panelek li ser pêşketinên siyasî û yekîtiya kurdan li Navenda Çand û Hunerê ya Aram Tîkran a li bajarokê Rimêlanê ya girêdayî Kantona Qamişlo li dar xist. Panel bi tevlîbûna dehan ji endamên partî, sazî, rêxistin, rûspiyên civakê û kesayetên serbixwe, pêk hat.
Panel bi deqeyik rêzgirtina ji bo pakrewanên azadiyê dest pê kir. Paşê li ser navê Yekîtiya Rewşenbîrên navçeya Girkê Legê Bengîn Adem axivî û li ser girîngiya pêvajoya ku îro Rojavayê Kurdistanê tê re derbas dibe wiha got: "Em dibînin ku çawa dewleta tirk êrîşî me dike û gelê me bi rengekî hovane qetil dike. Li dijî vê yekê jî yekîtiyek di navebera kurdan de hîn çênebûye. Ji bo ku em welatekî azad ava bikin, divê kurd bibin yek."
Piştî axaftina destpêkê panel bi pirs û bersîvan hat berdewam kirin, Hevseroka Yekîtiya Rewşenbîrên Herêma Cizîrê Leyla Ibrahîm li ser armanca lidarxistina panelê nêrîna xwe anî ziman û wiha got: "Armanca me ji van çalakiyan ew e ku em siyasetmedaran û gel bînin gel hev û bi hev re li ser pirsgirêkan niqa bikin û çareseriyeke mayinde ji bo yekîtiya xwe ava bikin. Gelê me aşîtiyê û aramiyê dixwaze, erkê me ye em ji bo gelê xwe xebatê bikin û bi hev re bibin bersiv ji vê pêvajoya dijwar re."