Li gel jinan ajovanan jî bertek nîşanî fetwaya Lijneya Bilind a Fetwayê da

  • 11:49 15 Kanûn 2019
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Bertekên li dijî Fetwaya ku derbarê jinan de ji aliyê Lijneya Fetewayê ya girêdayî Yekitiya Alimên Îslamî ya Herêma Kurdistanê ve derbarê jinan de hat derxistin zêde dibin. Li gel bertekên jinan ajovanên taksiyan jî bertek nîşanî derxistina fetwayê dan
 
Di 4’ê Kanûna 2019’an de Desteya Bilind a Fedwê ya girêdayî Yekîtiya Alimên Îslamî ya Herêma Kurdistanê bi îddîaya ku karên ne li rê û ne ehlaqî rû didin fetwayeke sosret derbarê jinan de da. Li gorî fedwayê nabe jin bi tenê bigerin, derkevin derveyî bajêr û li wesayitan siwar bibin. Li gel bertekên jinan ên li dijî fetwayê ajovanan jî bi rêya Ajansa Rojnewsê bertek nîşanî fetwayê dan û şermezar kirin.
 
Serokatiya  Şaxê Sendîkaya Şofêran a Silêmaniyê jî berteka ajovanan di cih de dît û ev daxuyanî da;"Her kes azade bi wesayita dixwaze biçe.  Me fetwaya Destay Bilind a Fetwayê girîng nedîtiye û em li gorî wê fetwayê tevnagerin."
 
Li aliyekî din hat ragihandin ku bi sedan jin û mêrên azadîxwaz ji bo paşvekilandina fetwayê amadekarî kirine ku vê hefteyê xwepêşandeke mezin bikin.