Cenazeyê ji goristana Garzanê hat derxistin piştî du salan hat definkirin

  • 10:59 15 Kanûn 2019
  • Rojane
MÊRDÎN - Ji 267 cenazeyên ku berî bi du salan ji Goristana Xerzanê ya Bedlîsê hatin derxitin û birin Stebolê 10'ên wan di rojên borî de radestî malbatên wan hatin kirin. Ji van cenazeyên ku radestî malbatan hatin kirin yek jê jî yê Nadîre Elma bû. Cenazeyê Nadîreyê piştî ku hat girtin duh êvarê li Nisêbînê hat definkirin.  
 
Ji Goristana Xerzanê ya Oleka Jor a Bedlîsê di 19'ê Kanûna 2017'an de 267 cenaze hatibûn derxistin û şandibûn Saziya Tipa Edlî ya Stenbolê (ATK). Ji van cenazeyan tenê yê 5 kesan ji aliyê malbatên wan ve hatibûn girtin û li cihê xestin hatin definkirin.  Di rojên borî de jî 10 cenazeyên ku li Sariyera Stenbolê li Goristana Bêkesan hatibûn definkirin piştî testa DNA'yê  radestî malbatên wan hatibûn kirin. Ji van cenazeyan yek jê jî yê Nadîre Elma (Nalîn) bû. Cenazeyê Nadîreyê îro li Gundê Marîne yê Nisêbîna Mêrdînê hat definkirin. 
 
Hat diyarkirin ku cenaze heta ji stenbolê anîne li gelek cihan hatiye kontrolkirin.  Di dema ku ji ambûlansa hat gund di hundirê qutiyekê de hestiyên Nadîreyê kirin tabûtê de demên hestiyar hatin jiyîn û dirûşmên "Şehîd namirin" hatin berzkirin. Ji ber ku leşkeran goristana gund dorpêç kirin cenaze di saetên şevê yên dereng de bi duayan hat definkirin.