Rahşan Anter: Li salona dadgehê ez çûm dema kuştina bavê xwe

  • 10:18 15 Kanûn 2019
  • Rojane
Habîbe Eren
 
ENQERE - Rahşan Anter diyar kir ku di doza JÎTEM’ê ya Enqereyê de piştî biryara beratê ji bo gûmanbaran hatiye dayîn, ew çûye sala 1992’an ya qetilkirina bavê xwe û got: “Lanet lê bê. Ez bêjim çi. Ev êş û têkoşîneke ku naqede ye. Min heta temenê 70 salî ev lêgerîna edeletê berdewam kir. Wê ji vir û şûnde jî bidome.”
 
Der barê înfazkirin û windakirina 19 kesên di salên 1990’î de, runiştina biryarê ya dozê ya JÎTEM’ê li Yekemîn Dadgeha Cezaya Giran a Enqereyê hat dîtin. Mahmut Yildirim ê bi nasnav Yeşîl, di dosyayê de hîna fîrarî tê dîtin û ji ber vê jî doz hat tefrîkirin. Di dozê de Mehmet Agar jî têde hemû gumanbar hatin beratkirin Dema biryara beratê hat aşkerakirin, hat gotin ku di dosyayê de tu delîl tune ne.
 
Der barê gumanbaran de di 20’ê Kanûna 2013’an de îdianame hat amadekirin. Di îdinameyê de gumanbar bi qetilkirina van kesan dihatin sûcdakirin: Abdulmecît Baskin, Namik Erdogan, Metîn Vural, Recep Kuzucu, Behçet Canturk, Savaş Buldan, Haci Karay, Adnan Yildirim, Îsmaîl Karaalîoglu, Yusuf Ekîncî, Omer Lutfî Topal, Hîkmet Babataş, Medet Serhat, Feyzî Aslan, Lazem Esmaelî,Asker Smîtko, Tarik Umît, Salîh Aslan û Faîk Candan.
 
Keça Nivîskar û rewşenbîrê Kurd Musa Anter (Apê Musa), Rahşan Anter jî tevlî runiştinê bû. Rahşanê bertek nîşanê biryara beratê da û got: “Tevî me dizanibû ku wê encamek wisa derkeve, dîsa hêviya me hebû. Lanet lê bê. Ez çi bêjim. Êş û têkoşîneke bidawî nabe heye.”
 
‘Ji bo bidin beratkirin her tişt kirin’
 
Rahşanê destnîşan kir ku ji bo kesên cuda bidin beratkirin her tişt kirin û got: “Carna cezayê muebetê girtin. Di çavên gel de hatin cezakirin. Hêvîdarim her kes rojekê wê şiyar bibe. Bi dirêjkirina pêvajoyê dikin bin demboriyê. Malbatên van mirovan diçin, yên sax dimînin jî heta hêz hebin didomînin. Ciwan têkoşîna wan didomînin. Ez nizanim wê ev heta ku derê biçe.”
 
‘DMME jî qerfên xwe dikin’
 
Rahşanê bi lêv kir ku riyên hiqûqa hundir têk çû ne û wê biryar biçe Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) û got: “Di dawiyê de wê Tirkiye mahkum bibe. Ev hemû biqedin wê mirov serî li DMME’ê bidin. Di doza bavê min de Tirkiye hat mahkumkirin. 28 hezar avro ceza dan Tirkiyeyê. DMME jî qerfên xwe bi me dike. Divê cezayên mezin bên dayîn. Li gorî min DMME ne hêviye.”
 
‘Ez 70 salî me, min heta niha 7 darbe dîtin’
 
Rahşanê bal kişand ser kuştinên kiryar nediyar yên salên 90’î û got: “Komkujî îro jî didomin. Rewş her diçe xera dibe. Ez 70 salî me, mim heta niha 7 darbe dîtin. Di dema qedexeyên li Cizîr û Sûrê gelek tişt hatin jiyîn. Zarokek biçûk di nav xwîna dê û bavê xwe de rudinişt. Diket xewnên min. Ji Cizîrê hat dadgeha vir. Li vê dadgehê bi êşên me re, me êşên wan jî jiya. Ji bo heman tişt neyên jiyîn, peywir dikeve ser muxalefetê. CHP çi dike? Nivîsên Ataturk û al vê xilas nake. Em nebin yek em nikarin tiştekî xilas bikin. Ji destê me kê çi tê divê em bikin. Em ê bikin jî.”
 
Rahşanê di dawiya axaftina xwe de daxuyakirin ku dema biryar hatiye dayîn ew çûye sala 92’an ya ku bavê wê hatiye qetilkirin û wiha dawî lê anî: “Piştî bavê min hat kuştin ez çûm pêvajoya edeletê. Em xwedî jiyana bavê xwe ne. Em dadgeh bi dadgeh geriyan. Ez çawa bikenim, çawa êşê nekşînin. Divê em hemû bi biryar û rêgez bin. Divê em tişta ku dixwazin bi awayekî aşkera bêjin.”