Hem rastî mobîngê hat hem jî lêpirsîn lê hat vekirin

  • 10:17 15 Kanûn 2019
  • Rojane
MÊRDÎN - Li navçeya Artuklu ya Mêrdînê li lîseyekê midûrê dibistanê, ket dersa mamosteya jin û mobîng li ser pêk anî. Midûrê dibistanê bi hinceta ‘lingên xwe avêtiye ser hev’ bi îdiaya ‘gûh nedaya talîmatê’ der barê mamosteyê de lêpirsîna îdarî da destpêkirin.
 
Li navçeya Artuklu ya Mêrdînê, hat hînbûn ku mamosteyeke jin rastî mobînga midûrê dibistanê M.O hatiye. Midûr bi hinceta ku dema ketiye dersê mamosteya jin lingên xwe avêtiye ser hev, gazî mamosteyê kiriye û gotiye ‘Tu neçarî li hember vê saziyê rêzdar bî’ û bi îdiaya ‘te gûh nedaye talîmatê’ lêpirsîna îdarî lê vekir.
 
‘Divê tu li hember min rêzdar bî’
 
Li gorî agahiyên ji Şaxa Egîtîm Sen a Mêrdînê hatine girtin, midûr di dema dersê de ji bo polê kontrol bike dikeve polê û piştî ku mamosteya jin ranabe, ji mamosteyê re dibêje ‘tu dikarî bê odeya min’. Mamosteya diçe cem Midûr rastî gotina midûr ya wekê ‘Tu dikarî ji min hez nekî. Lê tu neçarî li hember vê saziyê rêzdar bî. Dema ez têm divê rabî ser piyan.” Mamosteyê jî bertek nîşanê rewşê da.