Prof. Dr. Necla Kurul: Ji zextê zêdetir divê em hêza xwe bibînin

  • 10:15 15 Kanûn 2019
  • Rojane
Dîlan Babat-Habîbe Eren
 
ENQERE - Prof. Dr. Necla Kurul der barê geşedanên di rojevê de yên wekî zext, krîz û întîxaran de axivî û got tevî her tiştî divê hêza yekbûnê ya hatiye afirandin bê dîtin û got: “Bingeha piraniyê ya dewletê hema hema ji holê rabûye. Dewlet di qada cemawerî de êdî ne yek parçeye. Bi rastî ev pêvajoya ne pêvajoya ku mirov xwe bidin aliyekî û li bendê Godotê bisekine.”
 
Prof. Dr. Necla Kurul Platforma Yekitiya ji bo Demokrasiyê û geşedanên di rojevê de ji ajansa me re nirxand.
 
*Yekitiya ji bo Demorkasiyê (DÎB) di dema referandumê de di encama kampanyaya ‘na’ de derket holê. Di pêvajoyek wisa de hatine cem hev girîngiya wê çi ye. Di pêvajoyek wisa de destkeftiyên avabûnên wisa çi ne?
 
Em pêvajoyeke gelek bi keder dijîn. Di demek wisa de dewlet di destê hinek tiştên diyarkirî de ye. Pêvajoyek xwe parzûnkirinê derbas dikin. Ji ber vê çi tiştên cuda hebin, pratîka dewletbûnê heye. Bingeha piraniyê ya dewletê hema hema ji holê rabûye. Dewlet di qada cemawerî de êdî ne parçeyeke. Hema hema her alî tê cezakirin lê hinek alî zêdetir tên cezakirin. Em pêvajoya ku ku newekhevî gelek zêde bûye dijîn. Em pêvajoyeke ku dewlet biser civakê de hilweşyaye dijîn.
 
Bêguman di vê demê de lêgerînên demokrasiyê wê hebin. Ji ber ku mirov hatine asta ku nikarin bîhna xwe bigirin.
 
Welatiyên Tirkiyeyê ji ber nasnameyên xwe yên cuda ji qada jiyanê hatine avêtin. Her kes bêdeng hatiye hiştin. Gelo wisa dibe?
 
 Bêguman nabe. Jiyanek didome heye. Ji ber vê jî demeke ku mirov ji zextan re dibêjin na dertê holê.
 
*DÎB bi îdiya ku her kes dikare têbikoşe û gotina xwe bêje derket holê. Hun îro bandora DÎB'ê dibînin?
 
DÎB di pêvajoya ku desthilatdariyê berhemên xwe danî holê de, di pêvajoyên hilbijartinê de di hatina cem hev a welatiyan de derket holê. Ez jî yek ji endamê wê me. Ji ber Em li Enqereyê hatin cem hev. Di civîna ewil ya Enqereyê de nêzî 600 kesî tvlî bûn. Piştre kampanya ‘na’ meşandin. Hêz dan hev û enerjî dan hev. Kêfxweşiyeke mezin serdest bû. Li Qada Kizilayê partiyên siyasî, rêxistinên demokratîk bûn parçeyê wê pêvajoyê. DÎB jî wê demê derket holê. Lê wek jin jî dizanin ji ber bernameyên gelek saziyan kêm bû bandor li xebatên DÎB JÎ BÛ. Di wê pêvajoyê de mixabin me jî para xwe ji vê girt. Hemû muxalîf cuda hatin dîtin. Wek hun dizanin projeyek HDP’ê hebû. Projeyeke ku hîna temam neibû. Qadeke ku divê hemû alî tevlî bibana hebûna, lê her çû teng bû. 
 
Di DÎB’ê de jî wisa bû. Mînak hinek saziyên rêxistinî yên girêdayê CHP’ê gotin ‘ne ji me bin, bi wan re nabe.’ Kesên xwe di zemîna azadî û demorkasiyê de didan nasîn di wir de bi guman li cudahiyan mêze kirin. Aliyê ku canê wan şewitîbûn jî DÎB biçûk nedîtin. Mirov di vê pêvajoyê de pratîk bûn. Ducarekirin û nehilberandin mirov eciz kiribûn. DÎB hîna xebatên xwe dimeşîne. Lê di rojevîbûna wê de fêdeyek mezin heye. Divê pêvajoya ji nûve hûnandinê bê pêkanîn. Em neçarin xebatên xwe dîsa bimeşînin.
 
*Wekî we jî behs kir hun di pêvajoyek zehmet de derbas dibin. Hun bertek û refleksa muxalefeta sereke çawa dibînin. Bendewariya mirovan ji muxalefetê çiye?
 
Tirkiyeyê tu carî demokrasî bi rastî nejiya. Em hemû jî wisa ne. Niha hewl tê dayîn ku li Tirkiyeyê demokrasî bê fêrkirin. Di pêvajoya rakirina destnedanan de muxalefeta serdeke negot wê dor bê min. Nedigot ya ku îro bi partiyek siyasî tê kirin wê sibê li min bê kirin. Ger mirov li hember binpêkirina maf çavên xwe bigirin, îhtîmala ku tu jî bijî gelek zê de ye. Ger tu bêjî carekî bi binpêkirina destura bingehîn tiştek nabe, wê her tim musaîtê binpêkirinê be. Niha îro pêkanînên kêfî hene. pîvan û dewleteke hiqûqî tune niha. Hinek alî bi kêfî tên cezakirin. Bi taybet Kurd pir tên cezakirin. Qeyûm tên dayînkirin. Yên bi KHK’ê hatine îxrackirin tên cezakirin. Yek bê sûcdarkirin hemû malbat tê cezakirin. Wê demê li wir binpêkirineke heye.
 
HDP cuda tê dîtin. Ji ber HDP li pişt projeya demorkasiya radîkal a Tirkiyeyê ye. Dibêj e ‘Divê em her tiştî biaxivin, pê re bên rû hev’. Têkoşîna ekolojiyê, ya jinê, ya kurdan û ya ciwanan bi hev re derdixe pêşberî mriovan. Ligel vê derfetên vê jî hêdî hêdî vedibêje.Ji ber vê ev partiyên siyasî yên mirî bi rê û rêbazên Nû bi civakê re bên cem hev.
 
*Hun tifaqa partiyên siyasî ya bi tabanê re çawa dibînin?
 
Partiyê siyasî yên xwe wek ‘tifaqa netewê’ dibînin, çareseriyê dîsa di siyaseta nûneriyê de dibînin. Carna jî dibêjin ‘gel îtîraz bike wê tiştên pir cuda bên serêvajoyan’. Xuyaye ew jî li tabanê dinêrin. Hêz bi kê re ye? bi Welatiyan re ye. Di vê nokteyê de jiyana bi DBÎ re wê çawa pêkan be? Wê çi bi me bê? Niha siyaset bi welatiyan re ye. Em dibêjin muxalefet li her derê ye. Divê em zêdetir hewl bidin. Divê em bêjin ku ‘em dikarin çi bikin. Em dikarin partiyên siyasî berbi çi ve bibin? Em ji bo çi hêz û enerjiyê bidin wan.’Ji ber vê yek ji partiya ku bi tabanê re têkliya herî bi bandor pêk tîne HDP ye.
 
*Mijarek din ya rojevê întîxarên ji ber krîza aborî pêk tên. Hun vê çawa dinirxînin?
 
Li gorî îstatîstikan ji hatina desthilatdariya siyasî heta niha nêzî 50 hezar kesî întîxar kiriye. Jimar gelek zêde ne. Mirovên tu çareya wan ya li jiyanê nemaye, di esasê de gelek riyên wan hene lê nabînin. Lê em nikarin tiştekî wisa normal bikin. Em neçarin nêrîna ku, ev derî hatibe girtin yê din dikare vebe, bihûnin.
 
*Întîxar didomin û kes nizane kî çi dijî? Di vî alî de piştevaniyek çawa pêwiste?
 
Yek ji van qadên têkildar bêguman cîrantiye. Dema mirov dikevin ewil cîran destê xwe didin mirovan. Li Tirkiyeyê mirov dikarin têkiliyeke cuda ya cîrantiyê pêş bixînin. Li herêmên diyarkirî li herêmên bejayî ev hinek be jî heye. Yanî fikra cîran birçîbin mirov nikarin tê rakevin heye. Lê li bajaran mixanbin em tiştek wisa nakin. Divê hewcedariya ‘Ez dimirim, difetisim bê bihistin. Ev pêvajo bi rastî ne pêvajoye ku mirov xwe bidin aliyekî û li bendê Godo bisekine.
 
* Di dîrokê de zext û zor het tim hebûn. Ev pêvajoya niha berbi ku ve diçe, hun çawa dibînin?
 
Em rastî zextan tên. Em tu car enerjiya jiyanê ya karkeran nabînin. Em hilberînên nû yên wir tu car nabînin. Ji zextê zêdetir divê em hêza xwe biînin. Divê em hêzên xwe çalak bikin. Divê em bi hêzên bi bandor yên din re bên cem hev. Divê em ji komên pasîf dur bikevin û her tim hêza xwe zêde bikin. em ê bixwînin, biceribînin,, fêm bikin û ji nûve dest pê bikin.