'Em bajarê xwe dixwazin'

  • 09:07 15 Kanûn 2019
  • Rojane
Rojda Seyidxan-Hêlîn Mihemed
 
QAMIŞLO - Remziya Xelîl  jina ji bajarê Serêkaniyê, ji ber êrîşên dewleta tirk û komên girêdayî wê yên  li ser Rojava koçî kampa Newroz bûye. Remziyayê li ser serpêhatiya koçberiya xwe wiha dibêjê: "Dewleta tirk herêmên me dagir kir, malên me wêran kir û me bi hovîtiya xwe rû bi rû hişt." 
 
Dewleta tirk û komên girêdayî wê li pêşiya çavê cîhanê bi tundiyek mezin êrîşî Rojava kirin. Di encama êrîşan de, gelek kesî jiyana xwe ji dest dan û bajarê Serêkaniyê û Girê Spî, komên girêdayî dewleta tirk hatin bicihkirin. Bi hezaran kes neçarî koçberiyê bûn, gel di kamp û dibistana de hatin bicihkirin. Hin malbat û jin di kampa Newroz a bajarê Dêrikê ya girêdayî kantona Qamişloyê de hatin bicihkirin û li wir dijîn. Jina bi navê Remziya Xelîl ya bi temenê xwe 43 salî ye û ji bajarê Serêkaniyê ye çîroka koçberiya xwe bi me re parve kir û got: "Em ax û welatê xwe ji dagirkeran re nahêlin."
 
'Jiyana koçberiyê bi êş e û pir zehmet e'
 
Remziyayê li ser dema êrîşên dewleta tirk ên li ser bajarê wan axivî û wiha got: "Dema ku dewleta tirk û çeteyên wê bi tank û topan êrîşî me kir, me dev  ji axa xwe berneda, lê dema ku bi balafiran êrîş kir, ji bo ku em canê xwe xelas bikin bi zehmetî em ji Serêkaniyê derketin. Em koçî bajarê Til Temirê bûn. Piştî ku em  gihaştin Til Temirê 23 rojan em di dibistana de man.  Di wê demê de rewşa Til Temirê jî xirab bû. Herî dawî em neçar man û hatin kampa Newroz a bajarê Dêrikê. Jiyana koçberiyê bi êş e û pir zehmet e."
 
'Tişta nexweş ew e ku mirov ji ser axa bajarê xwe koç bibe'
 
Remziyayê li ser jiyana xwe ya di kampê de û zehmetiyên ku pê re rû bi rû dimînin wiha got: "Ev meheke em di kampa Newroz de dijîn. Li vir pêwistiyên me bi cih tînin, lê ev kon me ji sermaya zivistanê naparêzin. Em bi gelek zehmetiyan re rû bi rû dimînin. Tişta nexweş ew e ku mirov ji ser axa bajarê xwe koç bibe."    
 
'Em maf û axa xwe dixwazin'
 
Remziyayê wiha dewam kir: "Erdogan dibêje em ê herêmek ewle ava bikin lê her roj mirovan qetil dike. Ma herêma bi ewle kuştin, revandin, qetilkirin û wêrankirin e? Li ser navê islamê bi hezaran zarok, jin û mêr qetil dike û dewletên navnetewî bê deng in. Em maf û axa xwe dixwazin."
 
'Em ê vegerin warê xwe'
 
Remziyayê wiha gotinên xwe bi dawî kir: "Em ji dewleta tirk û çeteyên wê natirsin. Em xwedî hêz û îrade ne. Em bajarê xwe ji çeteyan re nahêlin. Em ê vegerin cih û warê xwe."