'Yekbûna gelan wê dagirkeriyê têk bibe'

  • 09:03 15 Kanûn 2019
  • Rojane
Binevş Sarya
 
KOBANÊ - Endama têkiliyên dîplomasî ya PYD'ê Eyşe Efendî di derbarê êrîşên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Surîyeyê û bêdengiya dewletên navneteweyî de nirxandin kir. Eyşeyê wiha got: "Êrîşên ku li ser herêmên me çê dibe bi alîkariya hêzên NATO'yê tê kirin. Hemû dewletên navneteweyî li hemberî van êrîşan bêdeng in."
 
Endama têkiliyên dîplomasî yên derve, ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Eyşe Efendî di derbarê êrîşên dewleta tirk û hevkarên wê yên li ser Rojhilat û Bakurê Sûriyeyê û girîngiya hevgirtina partiyên siyasî yên Kurdan de nirxandin kir.
 
'Armanca dewleta tirk guhertina demografiya Kurdistanê ye'
 
Eyşeyê wiha got: "Tirkiye yek ji dewletên endamê NATO'yê ye. Bê guman dema êrîşê herêm an jî welatekî dike, bêyî destûra NATO' yê êrîş nake. Di dema êrîşên li ser herêma Efrînê de car din dewleta tirk bi hevkariya Rûsyayê êrîş kir. Di 9'ê cotmehê de jî dewleta tirk  bi desteka Emerîka û Rûsyayê êrîşî herêma Bakurê Suriyeyê kir. Dema ku mijar dibe kurd û Kurdistan hemû netew-dewlet dibin yek û bi hev re êrîşî kurd û Kurdistanê dikin. Ev bû sê sal ku dewleta tirk li van herêman komkujiyan pêk tîne. Her wiha armanca dewleta tirk û NATO' yê ji van êrîşan guherîna demografiya Kurdistan û Rojhilata Navîn e."
 
‘Duh Roboskî, Helebçe bu îro jî Til Rifet e'
 
Eyşeyê di dewamiya axaftina xwe de bal kişand ser komkujiyên ku li herêmê de pêk tên û wiha domand: "Di sala 1988'an de em li Helebçe hatin qetilkirin. Di 28’ê kanûna 2011'an de em li Roboskî hatin kuştin û îro jî em bi heman zîhiniyeta dewletên dagirker li Til Rifet, Qirfilê, Serêkaniyê û li herêmên Bakurê Suriyeyê bi balafirên dewleta tirk û hevkarên wê tên kuştin û di komkujiyan re derbas dibin. Ji bo em bikaribin pêşiya komkujiyan, pişaftina civakan û guherîna demografiyê bigirin pêwîstiya me bi yekgirtina gelan heye."
 
'Pêwîst e ku em hêza xwe bikin yek'
 
Eyşeyê bal kişand ser yekgirtina partiyên siyasî yên kurdan û wiha dawî li gotinên xwe anî: "Ya rast ger em nebin yek û em bi hev re gavên xurt û ber bi çav navêjin em ê nikaribin hebûna gelê xwe li hemberî dagirkeriyê biparêzin. Wekî ku Cegerxwîn dibêje ger em nebin yek em ê herin yek bi yek. Wekî ku zanyar û rewşenbîrên me jî gotine pêwîst e ku em hêza xwe bikin yek û bi vê şêwazê serketinê di jiyana xwe de mîsoger bikin. Îro di herêmên me de hemû gel bi hev re û bi awayekî wekhev dijîn. Lê belê em bang li hemû partiyên siyasî yên Kurd dikin dibêjin werin em bibin yek û bi baweriyên xwe li dijî faşîzim û desthiladariyê têkoşîn bikin. Bila êdî zarokên me nebin qurbanê berjewendiyên dewletên navneteweyî. Werin em çarenûsa xwe bi destê xwe, zimanê xwe û baweriya xwe binivîsin."