ROJEVA 15'Ê KANÛNA 2019'AN

  • 09:00 15 Kanûn 2019
  • Rojev
*Bernameya Veguherîna Tenduristiyê û Pergala Randewûyê bi xwe re gelek pirsgirêkan anî û Rêvebera Odeya Tabîban a Amedê Evîn Bahar Dundar diyar kir ku nexweşxanê bûne cihê bazirganiyê û got: "Divê şert û mercên kedkarên tenduristiyê bên sererastkirin. Her wiha ji bo xizmeteke baş bidin nexweşan divê pirsgirêk ji holê bên rakirin." DÎMEN HEYE
 
*Ji ber polîtîkayên heyî li Tirkiyeyê hejmara penaberan her ku diçe zêde dibe. Li gel zêdebûna hejmara penaberan binpêkirina mafên wan jî di rojevê de ye. Têkîldarî maf û binpêkirina mafên penaberan de ji Baroya Wanê Endama Komîsyona Mafê Penaberan Parêzer Jiyan Ozkaplan axivî. 
 
*Endama têkiliyên dîplomasî ya PYD'ê Eyşe Efendî di derbarê êrîşên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Surîyeyê û bêdengiya dewletên navneteweyî de nirxandin kir. Eyşeyê wiha got: "Êrîşên ku li ser herêmên me çê dibe bi alîkariya hêzên NATO'yê tê kirin. Hemû dewletên navneteweyî li hemberî van êrîşan bêdeng in." DÎMEN HEYE
 
*Remziya Xelîl  jina ji bajarê Serêkaniyê, ji ber êrîşên dewleta tirk û komên girêdayî wê yên  li ser Rojava koçî kampa Newroz bûye. Remziyayê li ser serpêhatiya koçberiya xwe wiha dibêjê: "Dewleta tirk herêmên me dagir kir, malên me wêran kir û me bi hovîtiya xwe rû bi rû hişt." DÎMEN HEYE
 
*Prof. Dr. Necla Kurul der barê geşedanên di rojevê de yên wekî zext, krîz û întîxaran de axivî û got tevî her tiştî divê hêza yekbûnê ya hatiye afirandin bê dîtin û got: “Bingeha piraniyê ya dewletê hema hema ji holê rabûye. Dewlet di qada cemawerî de êdî ne yek parçeye. Bi rastî ev pêvajoya ne pêvajoya ku mirov xwe bidin aliyekî û li bendê Godotê bisekine.” BI DÎMEN
 
*Li navçeya Artuklu ya Mêrdînê li lîseyekê midûrê dibistanê, ket dersa mamosteya jin û mobîng li ser pêk anî. Midûrê dibistanê bi hinceta ‘lingên xwe avêtiye ser hev’ bi îdiaya ‘gûh nedaya talîmatê’ der barê mamosteyê de lêpirsîna îdarî da destpêkirin.
 
Rahşan Anter diyar kir ku di doza JÎTEM’ê ya Enqereyê de piştî biryara beratê ji bo gûmanbaran hatiye dayîn, ew çûye sala 1992’an ya qetilkirina bavê xwe û got: “Lanet lê bê. Ez bêjim çi. Ev êş û têkoşîneke ku naqede ye. Min heta temenê 70 salî ev lêgerîna edeletê berdewam kir. Wê ji vir û şûnde jî bidome.”
 
 
*Rahşan Anter diyar kir ku di doza JÎTEM’ê ya Enqereyê de piştî biryara beratê ji bo gûmanbaran hatiye dayîn, ew çûye sala 1992’an ya qetilkirina bavê xwe û got: “Lanet lê bê. Ez bêjim çi. Ev êş û têkoşîneke ku naqede ye. Min heta temenê 70 salî ev lêgerîna edeletê berdewam kir. Wê ji vir û şûnde jî bidome.”